ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk êrîşê Şerayê kir: 6 leşkerên Şamê birîndar bûn
Hat ragihandin ku dewleta Tirk navçeya Şera ya Efrînê daye ber bombeyan, herî kêm 6 leşkerên Şamê ji ber bombebaranê birîndar bûne. -
Operasyona Birûska Cizîrê: 40 çeteyên din ên DAÎŞ’ê hatin girtin
Navenda Ragihandinê ya QSDʹê ragihand ku di operasyona Birûska Cizîrê de 40 çeteyên din ên DAÎŞ’ê hatin girtin. -
Ji bo Şehîd Xelîl Gedro li Helebê konê sersaxiyê hat danîn
Şêniyên Helebê ber bi konê sersaxiyê yê ji bo Gerîlayê HPG’ê Xelîl Gedro yê di êrîşên kîmyewî de şehîd bû, hatî danîn ve herikîn. -
Ciwanên Kobanê li dijî destdirêjiya dewleta Tirk a li ser goristanê şehîdan meşiyan
Ciwanên Kobanê li dijî destdirêjiya dewleta Tirk a dagirker li ser goristana şehîdan ên li herêmê dagirkirî meşiyan û gotin, “Destdirêjî li ser nirxên me sedema tolhildanê ye.” -
Operasyona Birûska Cizîrê dewam dike: 32 çete hatin girtin
Di roja 3'yemîn a operasyona 'Birûska Cizîrê' de li gundewarên Til Hemîsê 32 çeteyên din ên DAÎŞ'ê hatin girtin. Li navçeya Til Birakê jî operasyonê destpê kir. -
'Wê dewleta Tirk li hemberî berxwedana jinê û gelan têk biçe'
Endama Rêveber a Meclîsa Jinan a PYD'ê ya Herêma Firatê Sara Xelîl anî ziman planên dewleta Tirk bi berxwedana gel têk çû û bang li her kesî kir ku li hemberî êrîşên Tirkiye zêdetir têbikoşin. -
Li Reqayê 9 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di encama operasyona lêgerînê de 9 endamên çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin. -
MSD’ê bertek nîşanî guftûgoyên di navbera Enqere-Moskova-Şamê da
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî guftûgoyên di navbera Enqere-Moskova-Şamê daxuyaniyek da û got “Em bang li hemû gelê xwe yê azadîxwaz dikin ku li dijî vê tifaqê derbikevin û têk bibin.” -
Li Reqayê 9 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Reqayê avêtin ser hucreyên DAÎŞ'ê. Di serdegirtinê de 9 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin. -
Operasyona 'Birûska Cizîrê' dewam dike: 52 çete hatin girtin
QSD'ê ragihand ku di roja duyemîn a Operasyona 'Birûska Cizîrê' de li herêmên Hol û Til Hemîsê 52 çeteyên DAÎŞ'ê hatine girtin. -
Newroz Ehmed: Bi piştevaniyê em ê azadiya jinê misoger bikin
Newroz Ehmed diyar kir ku 2022 bû salek ji destketiyan û got, "Têkoşîna me li cîhanê deng vedide. Em zanin ku wezîfe û berpirsyariya me zêde bûye. Dijmin bandora me ya li cîhanê dibîne, lewma bi wê hêrsê êrîş dike." -
Cenazeyê 6 şehîdan li Reqayê hatin veşartin
Cenazeyên şeş şehîdên di 26’ê Kanûnê de li taxa El Diriyê ya Reqayê şehîd bibûn, li goristana şehîdan a li gundê Hikumiye hatin veşartin. -
Li Reqayê erîşa DAÎŞ’ê: 1 şehîd, 2 birîndar
Di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser herêma Kerame ya Reqayê de, endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû û 2 jî birîndar bûn. -
Li Amûdê şehîd hatin bibîranîn: Em ê şopdarên rêya wan bin
Li navçeya Amûdê bi tevlêbûna sedan kesan 17 şehîdên meha Mijdar û Kanûnê li Goristana Şehîd Îsmaîl hatin bibîranîn. -
Li navçeya Qinê konê çalakiyê hate vedan
Li navçeya Qinê ji bo şermezarkirina êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çekên kîmyewî dike û ji bo bîranîna 11 gerîlayên şehîd kon hate vedan. -
DAÎŞ'ê li Reqayê êrîş bir ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn
Li bajarê Reqa yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hemberî wesayiteke Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrîşeke çekdarî hate kirin. -
QSD'ê dest bi operasyona 'Birûska Cizîrê' kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî şaneyên DAÎŞ'ê li Hol û Til Hemîsê dest bi operasyona 'Birûskê' kir. -
'Mesûdek çû wê bi hezaran şopa rêya Mesûd bidomînin'
Salek ji ser şehadeta 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan çûn. Malbata şehîd Mesûd diyar kir bi hezaran ciwan ji bo tolhildan û avakirinê dane ser rêya şehîd Mesûd. -
Kongra Star nerazîbûn nîşanî bêdengiya navneteweyî da
Kongra Star nerazîbûn nîşanî bêdengiya navneteweyî da ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî dengê xwe nake. -
Bêdengiya OPCW li Kobanê hate şermezarkirin
Meclîsa Malbatên Şehîdan li Şehîdgeha Dîcle ya li başûrê Kobanê bi daxuyaniyekê bal kişand ser sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê ku bi çekên kîmyewî dike û bêdengiya OPCW şermezar kir. -
QSD'ê bîlançoya sûcên dewleta Tirk ên sala 2022'an eşkere kir
QSD’ê bîlançoya sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir. -
Li Şerayê balafireke bêmirov a bombebarkirî hate xistin
Li navçeya Şer a Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, balafireke bêmirov a bombebarkirî hate xistin. -
‘Berxwedana gelê me ji topên dewleta Tirk bi hêztir e’
Birayê birîndarê bi navê Bozan Şêx Nebî, Mihemed Şêx Nebî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên ku li herêmê hatinê avakirin tune bike, lewma êrîşê cihên xizmetguzarî, tendurist û perwerdeyê jî dike. -
HRE’yê li baregehên dijmin da: 12 leşker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir wan li baregehên artêşa Tirk a dagirker dane, di van çalakiyan de 12 leşker hatine kuştin û gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin. -
Ciwanên Qamişlo û Kobanê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî meşiyan
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma “Tolhildan” xwepêşandanek ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dar xist.