Gundê Gredil hate dorpêçkirin, gundî nikarin derkevin derve

Leşkerên ku berî sê rojan gundê Gredil ê navçeya Qelqelî ya Wanê dorpêç kiribûn, ketin û derketina gund qedexe kirin.

GUNDÊ GREDIL

Beriya 3 rojan leşkeran gundê Gredil ê navçeya Qelqelî ya Wanê dorpêç kiribûn.

Leşkerên ku ketin û derketina gund qedexe kirin, agahî nedan gundiyan jî.

Gundiyan têkildarî mijarê ev tişt gotin, “3 roj in derdora gund girtine. Nahêlin em derkevin derve. Dema em dipirsîn jî dibêjin, ‘em nikarin agahî bidin’. Me destpêkê fikirî ka ji ber koçberên Efgan e, lê piştre em dibînin ku ti eleqe bi Efganan re nîne.”