Newroz Ehmed da zanîn ku lêpirsîn hêj berdewam e û wiha got “Me li gor derfetên xwe lêpirsîn bi rê ve bir. Hê jî aliyên mirov li ser raweste hene. Gelek numreyên telefonê yên aîdê Tirkiyeyê û gelek welatên din ji girtîgehê derketin. Ev ên kê ne divê mirov bi pey biketa. Derfetên me yên em van numreyên tespît bikin zêde nîn in. Me ev bi hêzên din re parve kir. Ji bo keşfkirina nasnameyên kesên hatine kuştin divê testê DNA’yê bihata kirin. Me hinek DAÎŞ’î dîsa girtin, didin ber pirsan. Hin alî û encam derketin holê. Lê hê hin hûrgulî hene ku divê derbikevin holê û xebatên me di vî warî de berdewam in.“
Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed, agahiyên têkildarî êrîşa li ser girtîgehê ya 20’ê Çileya 2022’yan gelek hûrgulî bi ANF’ê re parve kir.
Salek bi ser êrîşa bi ser Girtîgeha Sinaayê ya li Hesekê dikeve. Êrîş, 20’ê Çileya 2022’yan hat kirin. Hûn li ser vê dixwazin çi bibêjin? Encamên ji lêpirsîna bi ser êrîşê hatine bidestxistin çi ne?
Salek ji ser êrîşa Hesekê derbas bû. Di nav salekê de gelek kes hatin girtin. Lêpirsîn ji gelek aliyan hat destpêkirin. Ev êrîş destpêkê ji kû û çawa dest pê kir? Lêpirsîneke giring bû ku ev tişt derketin holê. Beriya êrîşê hin agahî dihatin ku wê êrîş bê kirin. Bi saya van agahiyan gelek hewildanên êrîşê hatin pûçkirin. Di der barê êrîşa dawîn de me nedipa ku wê êrîş bê kirin. Lewre beriya wê gelek hewildanên êrîşê hatin pûçkirin.
Êv êrîş di asta herî bilind hatibû organîzekirin. Êv êrîş ji aliyê reveberiya payebilind ve bi rêya komên teng hatiye organîzekirin. Rêvebiriya bilind a DAÎŞ’ê ku li herêmên dagirkirî dimîne, êrîş organîze kiriye. MÎT’ê bi xwe planê sewqkirina çete û cebilxaneyê kiriye. Ev êrîş ne bi tenê bi destê DAÎŞ’ê hat kirin. Tirkiye bi xwe êrîş organîze kiriye.
ALIYEKÎ ÊRÎŞÊ JÎ IRAQ E
Aliyê Iraqê yê êrîşê jî heye. Bi rêya Kampa Holê bi danrevandina malbatên DAÎŞ’î temamkirina vî planî ji xwe re kirine armanc. Plan ew bûye ku girtî û malbatan bi hev re derbixin. Lewma planekê êrîşê yê berfireh hatiye amadekirin. Ji bo danîna têkiliyê bi girtiyan re hin tişt bi dizî xistine girtîgehê. Bi rêya alavên teknîkî yên wek telefonê pêwendî danîne. Hatiye diyarkirin ku wê gava êrîşê çeteyên girtî çi bikin. Li taxên li nêzê girtîgehê jî hucre hatine bicihkirin.
Kesên li xwe mikur hatin ku planê êrîşan ji derve çawa hatiye kirin. Yên ji derve hatin jî û yên ji girtîgehê tev li plan bûne jî li xwe mikur hatin. Agahî bi kêm kesan re parve kirine. Haya gelek kesên di girtîgehê de jê nîn bû. Plana êrîşê ji kesên hatine re jî herî dawî hatiye gotin. Hatiye gotin ku wê her hedef çawa bê amadekirin. Bi vî awayî şandine herêmên me. Ji derve wiha hatine birêxistinkirin.
Çawa tişt xistine girtîgehê? Di mijara ‘valahiya ewlehiyê’ de ku di lêpirsînê de jî gotin, çi hatin kirin?
Têkildarê ku çawa sûd ji valahiya ewlehiyê li girtîgehê hatiye girtin û girtî hatine birêxistinkirin, wek ku me berê û paşê bi caran got, hêzên ewlehiya wê derê pêk tînin. Lê avahiya girtîgehê ne ewle bû û cihekê guncav bû. Berê me gelek tevdîr girtin. Li derdora girtîgehê tûnel çêkirin ku kes nekeve girtîgehê û dernekeve. Li ser îstixbarata ku gelek tişt di girtîgehê de diqewimin, gelek caran operasyon hat kirin.
Hêzên me ketibûn hewila zêdekirina tevdîran. Me dixwest ku em vê girtîgehê ku girtîgeha herî xeternak e, bikin cihekê ewle lê me derfet nîn bûn. Me bêhtir li der û dorê tevdîr girtin. Derfetên me yên teknîkî jî kêm bûn. Bi aliyên eleqedar re gelek behsa vê yekê kir. Bi awayê teknîkî tecrûbeyên giring ên hêzên me hene. Fersenda xwe bigihînin gelek deran heye, lê derfetên me yên kontrolkirina tiştên dixin girtîgehê, tespîtkirina telefona nîn e.
Di çarçoveya lêpirsînê de ku piştî êrîşê hat kirin, telefonên xistine girtîgehê, kart û cebilxaneyên qismî derketin holê. Piraniya cebilxaneya ku hat bikaranîn ji der ve anîne. Lê di hundir de jî bi qismî hebû. Mijara ku çawa anîne di lêpirsînê de eşkere bû. Tevdîrên pêwîst hatin girtin. Hesabê hewce dikir hat xwestin. Lê derfetên me di vî warî de kêm in. Ewlekarên girtîgehê ku têkilî bi girtîyan re dadianî, hatibû perwerdekirin, lê perwerdehiyeke sînordar bû. Tecrûbeya hêzên me yên parastinê di vî warî de ne pir zêde ye. Cara destpêkê piştî sala 2019’an ewqas girtî ketin destên me. Diviyabû ku me di demeke kin de tevdîr bigirtana. Lewma ji vî aliyî ve kêmasî çêbûn.
Hêzên navneteweyî yên li dijî DAÎŞ’ê ku li herêmê ne, di vî warî de nebûn alîkar?
Li noqteya ku hêzên li herêmê, bi taybetî rêxistinên îstixbaratê yên li noqteya girtîgehê ku em bi hev re dixebitîn, tevdîrên pêwîst dihatin girtin. Lê ev yek jî têr nekir. Bi aliyê din weke ku me beriya niha jî diyar kir, derfetên kêm ên hêzên me, bû sedema vê êrîşê û encamên wê. Em dibêjin em gelek tiştan dizanin û em ê bikin, lê ji ber derfetên di destê me de em nikarin bikin. Me gelek caran ev anî ziman û me alîkarî xwest. Barê girtiyên DAÎŞ’î ne barek e ku tenê ji QSD’ê û Rêveberiya Xweser re bê hiştin. Barek e ku berpirsyariya wê giran e.
Ev êrîşa hat kirin, planekê pir bi xeterî bû. Eger weke ku hatî plankirinî qewimî ba, hem ji bo girtîgehê û hem jî ji bo kampê wê car din ‘xîlafet’ bihata îlankirin. Ev ji bo hemû herêmê gelek xeternak bû. Di esasê xwe de jî ji bo hemû cîhanê bi xeterî bû. Lewma aliyê nêzîkatiya navneteweyî jî hebû. Her kesê digot, ‘Êdî DAÎŞ qediya, di bin kontrola QSD’ê de ye. Bi gotina me diparêze, xwe bi paş de kişand. Piştgirî û alîkariyên pêwîst, pir kêm diman. Li gorî pêvajoya ku wê bi pêş bikeve, nêzîkatiyeke pêwîst û cidî nebû. Me gelek caran ev anî ziman. Mîna ku em bes vê dibêjin. Yan jî em vê bi kar tînin. Dewleta Tirk û gelek kes jî vê dibêjin. Lê dema ku di rastiyê de ev êrîş pêk hat, em bi berdêla giran a hat dayîn bawer dikin ku her kes wê bi vê cidiyetê nêz bibe.
We got, avahiya êrîş lê hat kirin, ne avahiyeke li gorî girtîgehê ye. Niha girtî li avahiyeke çawa dimînin? Li dijî êrîşeke nû, hemû tevdîrên pêwîst hatine girtin?
Piştî van êrîşan, DAÎŞ’î neqlê girtîgeha nû hatin kirin. Lê dîsa tevdîrên têkildarî vê yekê, kêm in. Avahiyeke saxlem a girtîgehê jî, ne bes e. Li gelek welatan gelek mînak hene ku girtî li girtîgehên ewlekariya di asta jor de çawa direvin. Avahiyeke saxlem bi tena serê xwe, têrê nake. Li gel vê jî eger gelek tedbîrên pêwîst neyên girtin, zor e. Ya herî xeternak ew e ku van DAÎŞ’î vî awayî tên hiştin. Me beriya niha jî anî ziman. Girtiyên DAÎŞ’î, bi rizgarbûna ji vê rewşê, cardin hêviya ‘avakirina xîlafetê’ dikin. Bi taybetî derfetên me tên zanîn. Divê ev bên darizandin û her kes vê berpirsyariyê rabike. Em bi hev re tevdîrên pêwîst bigirin. Têkildarê vê yekê xebateke pir baş divê.
Bi ewle hiştina girtîgehan, bi tena serê xwe vê pirsgirêkê çareser dike? Ji bo çareseriyeke mayînde, çi divên?
Niha salek ji ser van êrîşan derbas bûye. Lê hîna jî derfet û kêm in. Eger em ji xwarin, vexwarin û dermanên pêwîst bigirin dest, heta tiştên din jî her tişt pirsgirêkeke mezin e. Hemû jî pirsgirêk in. Eger mirov van hemûyan ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD’ê re bihêle, hem hiqûqî hem jî ji hemû aliyan ve ne rast e. Girtiyên zêdeyî 50 welatan hene. Ya rastî hinek dixwazin bibin, lê kêm in. Hinek welat ketine dewrê. Hin welat qet behsê jî nakin. Mîna ku tune ne. Piştî vê êrîşê jî helwesta pêwîst nehat nîşandan. Hin cihan got ku wê ji welatîbûnê derbixin. Ji derveyê vê pêngaveke din nehatiye avêtin. Bi derfetên me bi xwe û hinek alîkariyên koalîsyonê re, hin tevdîr hatine girtin. Lê weke ku me ji van hêmanên me diyar kirin û di lêpirsînan de derket holê, hin lewazî hene. Bi taybetî piştgiriya di warê îstixbarat de û hêzên me yên ewlehiya girtîgehê pêk tînin, hîna kêm in. Ne tenê ev girtîgeh jî, li herêmê gelek girtîgehên din jî hene. Beşek ji girtiyan li vê herêmê ne. Li herêmê hin girtîgeh hene ku gelek DAÎŞ’iyên xeternak tê de hene. Agahî û xeteriyên li ser van cihan hene.
LI HUNDIR XWE BI RÊXISTIN DIKIN
Ji bo van cihan planên berfireh û demdirêj pêwîst dikin. Li gorî derfetên me, hin tevdîr hene ku me girtine. Ji ber niha jî agahiya êrîşan a li ser girtîgehan û herêmê heye, rêvebirên payebilind bi salan li vir şer kirine û şer bi rê ve birine, tecrûbeyên wan hene û dizanin ku ev qas sal in li girtîgehê lîderên wan hene ku li ser planên nû difikirin. Bi operasyonên li girtîgehan hatin kirin, hin materyalên ku xwe bi rêxistin dikirin, hatin bidestxistin. Li girtîgehan jî bê navber xwe amade dikin. Ew bi xwe jî vê yekê dibêjin. Dibêjin ku ew li benda wê rojê ne ku derbikevin.
Ji ber ku tiştek ku li dijî van hatibe kirin, nîn e, cezayek ku hatibe dayîn, nîn e, kes nîn e ku xwedî li wan derbikeve. Lewma ev hêvî li gel wan zêde dibe. Ev bi xetere ye. Niha jî planên wan hene. Dixwazin xwe bigihînin wan. Ji ber lîder û endamên wan ên herî esas, di van girtîgehan de ne. Ji bo vê yekê jî hewldanên wan hene û didomînin. Têkildarê vê tevdîrên ku me girtine hene. Hêzên me li van cihan, tevdîrên ewlehiyê digirin. Herî dawî jî êrîşa ku li dijî Reqayê hat kirin, parçeyekê vê ye. Ji bo gelek herêman, agahiyên wiha hene. Piştî û alîkariya hîn bihêztir, pêwîst e. Her kes divê tevbigere û berpirsyariya xwe ya têkildarî vê yekê, bîne cih.
Têkildarî lêpirsîna ku tê birêvebirin, wekî din dixwazî tiştekî bibêjî?
Me li gorî derfetên xwe, lêpirsîn bi rê ve bir. Hîna jî hin alî hene ku divê li ser bê sekinîn. Hîna aliyên ku me zelal nekirine, hene. Ji ber ku gelek hejmarên telefonan ên ayîdê Tirkiye û gelek welatên din, hebûn. Ayîdê kê ne û divê ev bihatana şopandin. Derfetên me yên tespîtkirina van, kêm in. Me ev yek bi hêzên din re parve kir. Dîsa kesên hatine kuştin kî bûn, ji bo van testa DNA’yê pêwîst bû. Li herêmê derfetên me kêm in. Lewma em hîna têkildarî hin mijaran, tiştên zelal nabêjin. Ev nayê wê wateyê ku em li ser nasekinin. Lêpirsîn hîna jî didome.
Lêpirsîna tiştên me desteser kirine û ya girtiyên DAÎŞ’î tê kirin. Xebatên me hîna jî dewam dikin. Hîna jî di rojeva me de ye. Em hewl didin ku cihên kêm mane, derbixin holê. Lê hîna jî aliyên kêm hene. Lê di noqteya destpêkê û aliyên sereke de em gihiştin encamê. Lê hîna hin hûrgulî hene û têkildarî vê yekê xebatên me dewam dikin.