Cenazeyê şervanê QSD’ê Zahid El Hisên hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Zahid El Hisên ê krîza dil derbas kir û şehîd bû, bi merasîmekê hat veşartin. 

Cenazeyê şervanê QSD'ê Zahid El Hisên ê krîza dil derbas kir û şehîd bû, li Şehîdgeha Şedadê ya Hesekê hat veşartin. Bi dehan şêniyên navçeya Şedadê û gundewarê Dêrazorê tev li merasîmê bûn.

Gel, cenazeyê şehîd ji Nexweşxaneya Şehîd Sariya ya li Hesekê wergirt û ber bi goristana şehîdan a Şedadê ve bi rê ket.cLi goristanê, piştî deqeyek rêzgirtinê, Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarokê Sor ê Dêrazorê Xeys El Xelef, axivî û bal kişand ser fedakariyên şehîdan û diyar kir ku şehîd bi xwîna xwe destanên fedakarî û lehengiyê dinivîsin.

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê jî Xidir El Kedro jî axivî û got: "Şehîd Zahid jî mîna hemû hevrêyên xwe, ji bo ewlehî û aramiya gelê xwe canê xwe feda kir. Em bejna xwe li ber wî ditewînin û soza şopandina rêya wî heta bidestxistina serkeftinê didin."

El Kedro diyar kir ku di ber biserxistina projeya demokratîk de gelên herêmê bi hezaran şehîd dane û di serî de dewleta Tirk a dagirker, gelek alî ketine hewila têkbirina vê projeyê. 

Piştî axaftina cenazeyê şehîd bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" li Şehîdgeha Şedadê ya Hesekê hat veşartin.