Nifûsa Başûrê Kurdistanê hate eşkerekirin
Nifûsa Başûrê Kurdistanê hate eşkerekirin. Li gorî vê yekê 6 milyon 370 hezar kes li Başûrê Kurdistanê dimînin.
Nifûsa Başûrê Kurdistanê hate eşkerekirin. Li gorî vê yekê 6 milyon 370 hezar kes li Başûrê Kurdistanê dimînin.
Serjimêriya li Iraqê û Herêma Kurdistanê piştî 27 salan hate kirin. Wezîrê Plansaziyê ya Herêma Kurdistanê Dara Reşîd li Hewlêrê bi civîneke çapemeniyê encamên serjimêriyê eşkere kir.
Wezîr Dara Reşîd diyar kir ku nifûsa Rêveberiya Herêma Kurdistanê 6 milyon 370 hezar 668 kes e.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ji sedî 84 ê nifûsê li bajaran, ji sedî 16 jî li gundan dimîne.