HRE: 5 leşker, polîsek û 10 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin -NÛ BÛ

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li herêmên dagirkirî derbên giran li dagirkeran xistin. Hate ragihandin ku di encama çalakiyan de 16 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin, ku 5 jê leşker, yek jê polîs û 7 çete ne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên hêzên xwe yên li dijî dagirkerên dewleta Tirk daxuyaniye weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker, çalakiyên me yên bersivdayinê dewam dikin" û ev agahî hatin dayin:

"28'ê Kanûna 2022'an li herêma Babê li hember dagirkeran du çalakiyên taybet hatin lidar xistin. Di encama van herdu çalakiyan de polîsek û 6 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn. Her wiha vîncek hate rûxandin, derb li seyareyekê jî hate xistin.

3'ê Çileyê li hember baregeha artêşa Tirk a li gundê Kîmarê çalakiyek hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. 

8'ê Çileyê li herêma Şehbayê dema komek çeteyên dagirker hewl dan ku êrişên heremên me bikin, bersiva wan hate dayin. Di encamê de 2 çete birîndar bûn. Di vê bûyerê de 3 zîncîra BKC û 3 jarjorên AK-47 ket destê hêzên me.

10'ê Çileyê li herêma Babê di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek hate kuştin. Heman rojê dîsa li herêma Babê di encama çalakiyek din de jî 3 çete hatin kuştin. Doçkayek 14.5 hate rûxandin. Dîsa heman rojê li hember baregehek artêşa Tirk a dagirker a li herêma Ezazê çalakiyek din hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de jî 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Dîsa di heman rojê de li herêma Marê di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek birîndar bû.

Di encama van çalakiyan de bi giştî 5 leşker, 1 polîs û 10 çete hatin kuştin, 2 leşker û 6 çete jî birîndar bûn."