BI DÎMEN

27’ê Mijdarê li Moskowayê hate pîrozkirin

Li Moskowayê bi boneya 46’emîn salvegera damezrandina PKK’ê şahiyek hate lidarxistin.

Kurdistaniyên li peytexta Rûsyayê Moskowayê, bi boneya 46’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê şahiyek lidar xistin. Şahî li Mala Çandê ya Mîr hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jinan û bi sedan Kurdistanî û dostê wan beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyeke bîranîna şehîdên rêya azadiyê destpê kir û piştre nûnerê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Rûsyayê Reşad Bênav, endama Organîzasyona Jinên Kurd a Navneteweyî Guhar Hesen û Araf Ezmanî axivîn û behsa wate û girîngiya vê rojê kirin.

Piştî axaftinan şahiyê dest pê kir û Dengbêj Hemîdê Mejîd, Hunermend Delîl Lezgiyev û Stranbêj Leyla Mikoyan derketin ser dikê. Her wiha Koma govenda Kurdî ya bi navê  ‘Rûken’ û Koma reqsa Yewnanî ya bi navê ‘Philoxenia’ bi hev re berhemeke koreografiyê pêşkêş kirin. 

Şahiyê heya derengiya şevê dewam kir.