BI DÎMEN

'Bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî em ê dawî li tundiyê bînin'

Jinên Kantona Cizîrê li dijî tundiya li ser jin daketin qadan û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Jinan destnîşan kirin ku ew ê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî’ dawî li tundiyê bînin.

25’ê Mijdarê ji bo bîranîna xwişkên Mîrabal hat hilbijartin ku sê çalakvanên siyasî yên Komara Domînîk bûn. Di sala 1960’an de bi fermana Serokkomarê Domînîkê yê wê demê Rafael Trjîllo, bi awayek hovane hatin qetilkirin.

Di 20’ê Çileya 1993’yan de Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi rêya biryarnameya 48/104’an danezana têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ya navneteweyî, erê kir. Di sala 2000’an de jî Civata Giştî ya NY’ê bi fermî roja 25’ê Mijdarê weke Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî ragihand. Her sal jî gel û bi taybetî jin bi wesîleya 25’ê Mijdarê têkoşînê berfireh dike û nerazîbûna xwe ya li hemberî tundiyê nîşan dide.  

Têkildarî 25’ê Mijdarî Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê a Navneteweyî. Jinên Kantona Cizîrê bi girseyî daketin qadan û ev roj bi tundî şermezar kirin.  

‘EM Ê BI HEVGIRTIN Û XURKIRINA RÊXISTINBÛNÊ BERSIV BIDIN’  

Jina bi navê Arzo Temo, destnîşan kir ku ew hemû rengê tuniyê şermezar dikin û got ku ew ê bi hemû pêkhateyan têkoşîna xwe li dijî tundiyê berfirehtir bikin. Temo got: “Em di roja 25‘ê Mijdarê de ne û ji bo me ev roj pir girîng e. Jin rastî tundiyên giran tên, tên qetilkirin, destdirêjî li wan tên kirin. Her wiha rastî her cure êşkenceyan tên. Em bi hevgirtin û xurtkirina rêxistinbûna xwe têkoşîna xwe li dijî her cure tundiyê dimeşînin. Her wiha em wek jin têkoşîna me ne tenê di vê rojê de ye, têkoşîna me roj bi roj mezin û bihêz dibe. Lê di van rojên bi vî rengî de em îradeya xwe bi awayekî xurt nîşan didin. Em ê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi ser bikevin.” 

‘EM Ê LI DIJÎ TUNDIYÊ BI FIKRÊ RÊBER APO TÊBIKOŞIN’

Nisriya Mehmûd, jî da zanîn ku divê jin bibin yek û parastina xwe pêş bixin. Mehmûd, diyar kir ku dewletên kapîtalîst bi hemû hewldanên xwe dixwazin mafê jinê ji holê rabikin û wiha dom kir: “Em vê rojê bi tundî şermezar dikin. Bi taybetî em bang li rêxistinên mafê mirovan yên navneteweyî dikin ku, ji bo mafê jinê di her aliyê de bikevin nava hewldanê.”

Mehmûd, destnîşan kir ku piştî Rêber Apo azadiya jin kiriye stuna bingehîn a paradîgmaya xwe, jin bi hêztir bûye. Ji bo civakek aştî û azad divê ewil piştgirî ji bo jinan bê dayîn. Em ê bi fikrê Rêber Apo di 25’ê Mijdarê de dengê xwe bikin yek û ji tevahî jinên cîhanê re bibin mînek.”