Cenazeyê Şehîd Xedîr Ebdulkafî hat veşartin

Cenazeyê Xedîr Ebdulkafî El Şêx a ku roja 10’ê Çileyê li ser peywira xwe şehîd bû, li Minbicê bi merasîmekê hat veşartin.

Şervana YPJ′ê Xedîr El Şêx di 10′ê Çileyê de li ser erka xwe şehîd bûbû. Di merasîma veşartina cenaze de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Minbic û Meclisa Leşkerî ya Jinan, Rêveberiya Sivîl a Xweser a Minbicê û saziyên girêdayî wê, nûnerên ji partiyên siyasî û saziyên taybet bi jinan beşdar bûn.

Karwana şehîd ji Nexweşxaneya Firatê heta bi goristana şehîdan a li aliyên rojavayê bajêr ve destpê kir.

Li goristanê, yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Jinan Fatme Mihemed axivî û wiha got: "Şehîd pêşeng û meşaleyên ronahiyê ne û wan di oxira xêzkirina nexşerêya azadî û sînorê welat de canê xwe da. Ev berdêla azadî û rûmetê ye û divê em xwedî li lehengên xwe derkevin."

Fatme wiha domand: "Di demekê de hîna dijminên me bi şev û roj hewl didin bi hemû rêbazan vîna me bişikînin û xaka me dagir bikin, em soz didin şehîdên xwe ku em li ser rêça wan bin û heta têkbirina dagirkerî û destpotê, em ê layiqî fedekariya wan bin."

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hesna El Zahir wiha got: "Em li hember kesên di oxira axa welat û parastina wê de canê xwe da serê xwe ditewînin. Ew rûmeta herî giranbiha ye ku mal û milkên li hember kesên xirab werin parastin."

Her wiha endama Komîteya Jinan Sena Receb li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê axivî û wiha got: "Em îro kulîlkekê ji kulîlkên welatê xwe oxir dikin. Li me û şehîd pîroz be. Dê şehîd di dilên me û nifşên bê de bimînin."

Sena soz da ku ew ê li ser şopa şehîdan bin û heta serkeftinê têkoşîna wan bidomînin.

Di dawiya merasîmê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Ebû Îdo nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.