Helbestvan û nivîskar Breytenbach jiyana xwe ji dest da

Helbestvan û nivîskar Breytenbach ê ku li Efrîqaya Başûr bi têkoşîna xwe ya li hemberî rejîma Apartheidê tê naskirin, di 85 saliya xwe de li Parîsê koça dawî kir.

Helbestvan û nivîskar Breytenbach (85) ê ji Efrîqaya Başûr û bi têkoşîna xwe ya li hemberî rejîma Apartheidê tê naskirin, li paytextê Fransayê Parîsê jiyana xwe ji dest da. Breytenbach ê ku li seranserê cîhanê bi berhemên xwe yên edebî û bi têkoşîna xwe ya li hemberî rejîma Apartheidê tê naskirin, helbestvan, romannûs û wênesazekî serkeftî bû. 

Breytenbach, di navbera salên 1948-1990’î de bi berhemên xwe yên li dijî rejîma Apartheidê hatibû naskirin. Di sala 1975’an de bi hinceta ku alikarî daye Kongreya Neteweyî ya Efrîqayê ya Nelson Mandela hate binçavkirin û bi sûcê îxaneta li welêt 7 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Breytenbach piştî ku hate berdan berbasî Parîsê dibe û helwesta xwe ya li dijî rejîma Apartheidê didomîne. 

Berhema nivîskarî ya herî zêde tê zanîn berhema bi navê ‘’Îtîrafên Terorîsteke Albîno’’ ye ku di vê berhema xwe de qala rojên girtîgehê dike.  Di berhemên Breytenbach de temayên sereke weke mijarên sirgûn, nasname û edaletê ne.  Breytenbach ê ku di sala 1939’an de li Western Capeyê ji dayîk dibe, neçar dimîne ku piraniya jiyana xwe li derveyî welat derbas bike. Breytenbach dema li sirgûnê beşdarî Okhelayê dibe ku Okhela şaxeke îdeolojîk a Kongreya Neteweyî ya Efrîqayê ye.