Komeke DAÎŞ’ê ku amadekariya êrîşê dikir hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê ragihand ku 5 çeteyên DAÎŞ'ê yên amadekariya êrîşa li ser bajêr kiriye, tevî gelek teqemeniyan hatine girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 9'ê Çileyê şaneyeke DAÎŞ'ê girtiye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir ku piştî xebatên lêgerînê û şopandinê û delîlên ku hêzên wan bi dest xistine, Dezgeha Ewlekariya Giştî 5 kes girtine ku endamên şaneyekê ne û alîkarî bi şaneya terorîst re kiriye ku 26’ê Kanûna 2022’yan êrîşê navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li rojavayê Reqayê kiriye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku şaneya hatiye girtin, di çêkirina mayîn û bombeyan de pispor e û plan kiriye ku êrîşên bi terorîstî li bajêr pêk bîne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, eşkere kir ku di operasyonan de gelek teqemenî, zêdetirê 20 funyeyên teqemeniyê, zêdetirî 240 mayînên lazerî, telefonên destan û laptop, zêdetirê 250 çerxên elektrîkî ku ji bo teqandinê hatine amadekirin, desteser kirine.