Salih Muslim: Mesela Sûriyeyê bi gelên Sûriyeyê çareser dibe

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim got, "Meseleya Sûriyeyê tenê bi Sûriyeyiyan dikare çareser bibe. Sûriyeyî ji bo karibin çareser bikin jî divê azad bin. Bêyî ku fermanê ji kesî werbigire, ji bo jiyaneke bi hev re çi pêwîst be em wê bikin."

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim anî ziman ku hewldana Rûsyayê ya ji bo 'zewicandina bi zorê' ya Enqere-Şamê dewam dike û li Rihayê jî MÎT 'Sûriyeyiyên kêrnehatî' kom dike û destnîşan kir, ev gavên ku wê xisarên nû li Sûriyeyê bike, wê encamê bi xwe re nîne.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim têkiliyên navbera Enqere-Şamê û civîna li Rihayê ya bi eşîrên Sûriyeyî re ji ANF'ê re nirxand.

Li ser nîqaş û hevdîtinên navbera Şam û Enqereyê, Salih Muslim got, "Me ji destpêkê ve ev yek şibandibû zewaceke bi zorê. Ji ber bûyer, xiyanet û dijminatiya navbera herdu aliyan ên ku di dema nêz de qewimîn, di navbera herdu aliyan de qutbûneke cidî çêbû. Hûn nikarin van hemûyan di nava rojekê de biqedînin. Pêwîstî bi demeke dirêj heye. Di halê hazir de li gorî pêwîstiya Rûsyayê û hilbijartinên li Tirkiyeyê hewl tê dayin ku Erdogan û Esad di nava heman dîmenî de bêne nîşandan. Bi dîtina min ev yek wê bi kêr neyê. Tiştekî şaş e.

Dibe ku encamên gelekî çewt bi xwe re bîne. Ji xwe me ev yek ji roja destpêkê ya behskirina vê meseleyê dît. Me dît bê komên di bin kontrola Tirkiyeyê de ne nerazîbûneke çawa nîşan didin. Ev rewşeke tevlîhev e. Gelê Sûriyeyê bi temamî vê qebûl nake. Erdogan beriya sala 2010'an bi Beşar Esad re digeriya, her tişt dikir. Piştre di sala 2011'an de her kes zane bê te çi got. Her kesî dît, her kes pê zane. Mîna ku ev têrê nake niha qala mirina nîv milyon mirovên li Sûriyeyê tê kirin. Sûcê rejîmê çiqasî hebe, sûcê Tirkiyeyê jî heye. Te ewqas çete li vir kom kir. Ji bo Kurdan tune bike te DAÎŞ ava kir. Te DAÎŞ hem li hundir hem jî li derve weke şantajê bi kar anî û hîn jî bi kar tîne.

Yê ku destpêkê ev eşkere kir Rûs bûn. Sala 2015'an piştî ku balafira Rûs hate xistin, her kes zane bê Pûtîn çi got, çi kir, têkiliyeke çawa nîşan da. Li gel ewqas nakokiyan nabe ku ev her du kes li hev bên civandin û ev pêvajo bê nixumandin. Ya ku em jê re dibêjin zewaca bi zorê ev e. Ji niha ve me dengê dijber bihîst. Şêwirmendê Serokê Giştî yê AKP'ê Yasîn Aktay berî çend rojan got, 'Ji bo ev hevdîtin bêne birêvebirin divê teqez Heleb bê bidestxistin'. Radibin qala bidestxistinê, qala dagirkirinê dikin. Tu ji aliyekî ve qala civandina Erdogan û Esad dike, li aliyê din jî behsa kontrolkirina Helebê û bicihkirina koçberan a li wê derê dike. Ewropa, Emerîka, hêzên navneteweyî bi têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAÎŞ'ê re zanin. Tevî vê yekê jî tu radibe dibêje, 'Ez van dikim, ji bo hêzên ku li dijî DAÎŞ'ê şer kirine bitepisînim van dikim'. Her kes vê qebûl nake.

Me êrîşên di 19-20'ê Mijdarê de hatin kirin, dîtin. Li vê derê tevî binesaziyê her wiha êrîş birin ser deverên ku DAÎŞ'ê lê ne. Êrîş birin ser kampan, ji bo DAÎŞ'iyan serbest berde her tişt kirin. Van hewldanan cîhan ser û bin kirin. Her kesî ev dît. 8 hevalên me li El Holê şehîd bûn. Li cihê ku baregeha Koalîsyona Navneteweyî lê ye, te êrîş bir ser hêzên ku li dijî terorîzma DAÎŞ'ê şer dikin. Du hevalên me li wir şehîd bûn. Li deverên din jî bi heman rengî ye. Te êrîş bir ser girtîgehê. Wê demê tu dixwaze DAÎŞ'iyan serbest berde. Cîhan li ber vê rabû."

Salih Muslim bal kişand ser pêvajoya hilbijartinê ya li Tirkiyeyê û got, "Beriya du salan dema ku nîqaş li ser hilbijartinê hate kirin me gotibû 'Di dîrokê de ti dîktator bi hilbijartineke normal naçe, neçû ye. Wê bibe gaveke nû'. Eger bi rastî jî hilbijartineke demokratîk bê kirin, eger bibe sedema çûyîna vî dîktatorî û despotî, wê destûr nede. Çi bike wê asteng bike. Dibe ku vê bi rewşa awarte bike, yan jî bi destpêkirina şerekî bike. Yanî dikare her tiştî bike. Me hewldana vê yekê di wê komployê de ya li Taksîm a Stenbolê dît."

Salih Muslim anî ziman ku bi hincetên cuda dikarin êrîş bikin. Têkildarî kombûna hin eşîrên Sûriyeyî bi serkêşiya MÎT'ê li Rihayê, ku di pêvajoyeke bi vî rengî de hate kirin, Salih Muslim bi vî rengî axivî:

"Hinek li wir kom bûn. Ew eşîr nînin, hîn bêhtir ew mirov in ku wê ji vê rewşê sûdê werbigirin. Ti carî eşîran temsîl nakin. Hin kesên pragmatîst oportunîst in. Ji bo li ser xwîna gelan bazarê bikin û ji bo Erdogan bilîzin, li wir in. Ev ne gaveke nû ye. 4-5 sal in hewldanên bi vî rengî hene. Armanca wan tevlîhevkirina vê derê ye. Eşîrên li vê derê parçeyek, hevparek ji vê sîstemê ne. Hem di nava rêveberiyê de hene hem jî di nava şer de hene. Me ev yek di pratîka 10 salan de dît. Komkirina çend kesên beredayî bi kêrî kesî nayê. Ev hewldaneke nû nîne. Ji bo sextekariyê ye. Encamekê bi xwe re nîne. 5-6 sal in em van kiryaran dibînin. Heta niha encam bi xwe re neanî, ji niha û pê ve jî wê bi xwe re nîne. Herî zêde hin Ereb, hin kesên li Rihayê dikarin tevlî bibin. Ev yek organîzeya MÎT'ê ye. Bi dîtina min wê bêencam bimîne, ji ber ku li qadê nînin. Kes guh nade wan. Her kes zane bê wan çawa xwe firotine. Gelek ji wan jî poşman bûne, vegeriyane. Yên mayî wê bi kêrî tiştekî neyên. Civîna yên bêkêr in."

Têkildarî çareseriya li Sûriyeyê jî Hevserokê PYD'ê Salih Muslim wiha axivî: "Meseleya Sûriyeyê tenê bi Sûriyeyiyan çareser dibe. Sûriyeyî ji bo çareser bikin jî divê yên li wê derê, yan jî yên diaxivin azad bin. Divê îrade û nêrîna xwe azad be. Ji kesekî din fermanê negire. Mînak, niha hêzên mîna Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê bi çi dikin? Hin Sûriyeyiyên li gel xwe dixapînin û didin şerkirin. Nîv milyon mirov çawa hatin kuştin? Hin ji wan ji aliyê rejîmê hinek ji aliyê hin koman û hinek jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin kuştin. Lewma eger Sûriyeyî azad nebe, çareserî jî nabe. Di fikir û biryara xwe de divê teqez azad be. Me ji her kesî re got, em dibêjin; ji bo jiyaneke bi hev re çi pêwîst be em wê bikin. Ne bi fermana Erdogan, Beşar Esad, Emerîka yan jî Rûsyayê, ya ji me re pêwîst çi be, werin em bi hev re bikin.

Em PYD û Rêveberiya Xweser, biryara me di destê me de ye. Em li gorî fermana kesî tevnegeriyan. Ji bo me çi pêwîst be em wê dikin, lê me yên li hemberî xwe di vê astê de xwedî îrade nedît."

Salih Muslim destnîşan kir ku pêwîstî bi pratîkên nû heye û got, "Em li hev rûnên û biaxivin. Ya ku rêveberiya li Şamê divê bike jî ew e ku em li hev rûnên û bi hev re biryarê bidin."

Salih Muslim got, "Gelên li her devera Sûriyeyê; Kurd, Ereb, Asûrî hemû divê di biryardana siyasî ya li wê derê de hebin. Naxwe wê encameke berevajî derkeve holê. Li şûna ku em şerê hev bikin, ji bo aştiyê em ya pêwîst bikin. Ji bo vê jî pêwîstî bi îradeya azad heye. Pêwîstî bi fikrê azad heye. Me heta niha tiştekî bi vî rengî bi yê li hemberî xwe nedît.

Pêvajoya ji bo Sûriyeyiyan gelekî xumamî ye. Em nizanin bê wê çi bibe. Ji bo tevahiya gelê Sûriyeyê û ji bo xwe, divê em karibin bi rengekî azad tevbigerin û biryara xwe bidin. Naxwe eger çavên me li derve be, bala me li ser wê be ku kî ji me çi dixwaze, hingî pêvajo wê gelekî dewam bike, em ê hemû winda bikin."