Fermandariya YPG'ê Xebat Dêrik bi bîr anî

Fermandariya Giştî ya YPG'ê fermandarê xwe yê damezrîner Xebat Dêrik bi bîr anî û destnîşan kir ku heta rizgarkirina herêmên dagirkirî wê li ser xeta fermandarê xwe bin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji ber salvegera 11'emîn a şehadeta Xebat Dêrik daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya YPG'ê wiha ye:

"Weke tê zanîn ku roja 14'ê Çileyê 11'emîn salvegera şehadeta damezirînerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û avakerê sîstema parastin û çanda xweparastinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; şehîd Xebat Dêrik e. Di serî de em şehîd Xebat û hevrêyên wî yên leheng bi bîr tînin û soza dewamkirina rêya wan heta bigihêjin armancên ku ji bo wê gihîştine asta şehadetê, nû dikin.

Hevrê Xebat Dêrik ji zaroktiya xwe ve mînaka herî baş a Kurdên berxwedêr bi hemû rengên xwe di kesayeta xwe temsîl dikir. Di nava malbateke kedkar de dijiya. Kesayeta wî ya berxwedêr di nava şert û mercên neheqî û zilmê de mîna her ciwanên Kurd ên ku di nava nakokî û veguherînên şert û mercên li ser welatê wan ê ku di bin mêtîngeriyê de ye mezin dibûn, ava bû. Lê wî nasnameya xwe ya windayî ji nû ve bi dest xist, her wiha rêya heqîqet û azadiyê li ber xwe vekirî dît dema ku destên xwe dirêjî destên şoreşgerên ku doza welat û gelên bindest dabûn ser milên xwe, kir. Lewra ev yek bû destpêka sozadayîna ku bibe yek ji şoreşgerên welatê xwe.

Bi destpêkirina krîza Sûriyeuê û çûyîna rewşê ber bi qonaxeke nediyar ve, şehîd Xebat ji bo bihêzkirina pirên baweriyê di nav pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan de, bi taybetî malbatên şehîdan, hewldan û kedeke pir mezin pêşkêş kir. Li wir yekemîn hevdîtinên xwe bi pêkhate û malbatên şehîdan re kir û planên rêxistinkirina civakî û siyasî bi wan re parve kir. Bi têkçûna rewşa Sûriyeyê re û hilbijartina aliyên nakok ji mîlîtarîzekirinê re, şehîd Xebat dest bi birêxistinkirina ciwanan kir û bi wan re gelek çalakiyên perwerdehiyê yên ku bûn bingeha birêxistinkirina sîstema parastinê li Rojava, pêk anî. Şehîd Xebat û hevalên xwe dema ku komên çekdar ber bi dewleta Tirk ve diçûn û dibûn çeteyên wê, yekemîn komên leşkerî ava kirin. Ji bo rêxistin û perwerdekirina van koman kedeke mezin da. Di vî alî de jî ew komên ku ji aliyê şehîd Xebat ve hatin avakirin, bûn mînaka xwebirêxistinkirina girseyan ku xwe dispêrin hêza xwe ya cewherî, di heman demê de jî ev kom bûn avahiya bingehîn a avakirina Yekîneyên Parastina Gel. Van şervanan şerên xwe yên yekemîn li dijî komên çete li Helebê, Serêkaniyê û Efrînê dan destpêkirin û tevî îmkanên kêm jî karîbûn serkeftinên mezin qezenc bikin. Her wiha bi girêdayîbûna van şervanan bi xeta şoreşgerî ku xwe dispêre ruhê fedekarî û parastina gelên herêmê, berdewamî û hevgirtina wan a xurt bi armancên wan ve jî zêdetir bû.

'FEDAKARÎ Û BAWERIYA BI SERKETINÊ DI DILÊ ŞERVANÊN XWE DE BI CIH KIRIBÛ'

Piştî çend salan ji têkoşîna bêhempa ya Yekîneyên Parastina Gel li dijî rêxistinên terorîst û rûbirûbûna wan ya li hember bîrdoziya tawankar a ku dewletên dagirker hewl didan li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bikin, rola yekîneyan di parastina şêniyên herêmê de zêde bû. Di heman demê de jî gelek êşîr û şêniyên herêmên Hol, Şedadê, Girê Spî û Şehba ji bo rizgakirina wan ji çeteyan, bang li YPG`ê kirin. Li ser vî esasî YPG`ê dest bi rizgarkirina wan herêman ji ramanên tarî kir û bû sembola xwişk û biratiya di navbera pêkhateyên herêmê de. Ev fedakariyên mezin ên di nav şervanan de bingehê xwe ji damezirînerê wê fermandar Xebat Dêrik digire ku di 14’ê Çileya 2012’an de bi komployeke bêbext gihîşte asta şehadetê. Lê dilsozî bi bîranîna wî ya mayînde ku bi fedakarî û baweriya bi serkeftinê di dilê şervanên xwe de çandibû, zindî ma. Lewra ev fedakariyên YPG’ê bû çavkaniya îlhamê ji bo hemû ciwanên herêmê yên ku berxwedanî û şereke bêhempa li dijî komên çete û terorîst dan meşandin. Ev fedakarî di heman demê de jî bû bingeheke xurt ji bo avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk û temamkirina avakirina saziyên leşkerî ku bi fedekarî û serkeftinên xwe di cîhanê de bûn cihê rêzdariyê.

Ruhê şehîd Xebat Dêrik rêya serkeftinê misoger kir û li dijî zilm û dagirkeriyê bû biryara hevgirtina pêkhateyên herêmê, her wiha ji bo şervanan jî veguherî têkoşîneke bê teredud ji bo parastina gelên herêmê. Ev fedakarî û sîstema parastinê ku şehîd Xebat dabû avakirin bû cihê serfiraziyê ji bo gelên herêmê û bi taybet ji bo ciwanên ku hîn bawerî û hêzê ji mîrateya berxwedana wî ya dîrokî digirin. Hemwextî vê yekê jî ev fedakarî û berxwedan ji bo tevahî ciwanên herêmê bû sedema berdewamkirina têkoşîna wan a çekdarî li hemberî hemû hêzên dagirker.

'SÎSTEMEKE YEKGIRTÎ YA EXLAQÎ AFIRAND'

Roja 14’ê Çileyê, bûye roja girêdayîbûna bi pîvanan, xwebawerî, têkoşîna bê westandin û bûye roja baweriya bi serkeftinê li hember hemû hewldanên têkbirina hêvî û azadiyê.  Fedakariya Şehîd Xebat û hevrêyên wî jiyana milyonan mirov parast. Fikir, fedakarî û pîvanên wan ên ku wan ji hêzên çekdar ên dîtir cuda dike bi tevlêbûna bi hezarên ciwanan ve nemir bû. Her wiha sîstemeke yekgirtî ya exlaqî ku bi dehan nirxên bilind ji bo gel û şoreşgerên herêmê afirand, dane avakirin.

Li ser vê bingehê em şehîd Xebat û fermandariya wî ya çalak bi bîr tînin. Em soza dewamkirina meşa ku wî damezirandiye heta bi destxistina hemû armancên ku di serî de rizgarkirina herêmên dagirkirî ye, dubare dikin.

Ruhê şehîd Xebat em tenê nehiştin, hîn jî di nav nifşan de zindî ye û ruhê têkoşînê di hundirê me de li hember hemû astengiyan û temamkirina meşa têkoşîna leşkerî de, gur dike."