Koçberên li kampa Tebqayê alîkarî xwestin

Rewşa koçberên ku li kampa bakurrojavayê Tebqa dijîn ne baş e. Koçberan alîkarî xwestin.

Meclîsa Sivîl a Tebqayê ji bo koçberên ku ji çeteyên DAIŞ'ê û ji qadên di bin kontrola rejîma Bees de reviyan, kamp danî.

Kampa ku nêzî 25 hezar koçber lê dimînin, li bakurrojavayê Tebqayê ye. Li kampê koçber di bin konên şivanan de dimînin û rewşa wan ne baş e. Dinya germtir dibe û ava vexwarinê jî kêm e. Ji ber vê jî şert pir xirabtir dibin.

Fatma Mîraî ya koçber wiha dibêje: "’Em ji Cabiriyê yê Humusê reviyan lê ji ber sedema bombekirinên hêzên rejîmê me xwe avête vir, ev der bi ewle bû. Ev hefteyeke em li kampê ne lê rêxistinên navneteweyî ti alîkarî nedane me. Ava vexwarinê lewitî ye û em pê nexweş dikevin."

Mîraî ji rewşa ku ew tê de ne rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî berpirs nîşan da.

Koçberê bi navê Ebdo Ebbas ê ji Meskeneyê hatî jî got, "rêxistinên navneteweyî seriyek dane kampê, bi rewşa vir dizanîn, lê sozên xwe bi cih nanîn."

Ebbas karta rêxistinên alîkariyê nîşan da û got, "rêxistinên navneteweyî ev kart dane me û navên me li ser hene. Ev e, alîkariya ku ji bo zarokên me dane."