Operasyona dîrokî ya Reqayê bi awayekî fermî dest pê dike
Hêzên Sûriyeya Demokratîk, wê li ser rizgarkirina Reqayê ji dagirkeriya DAIŞ'ê, daxuyaniyeke dîrokî bide.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk, wê li ser rizgarkirina Reqayê ji dagirkeriya DAIŞ'ê, daxuyaniyeke dîrokî bide.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), wê di saetên pêş de li Reqayê, li ser rewşa dawî ya Pêngava Xezeba Firatê û gavên nû yên bên avêtin, daxuyaniyekê bide raya giştî.
QSD'ê di 5'ê Mijdara 2016'an de ji bo rizgarkirina navenda bajarê Reqayê û derdora wê dest bi Pêngava Xezeba Firatê kiribû û heta niha bi rengekî serketî qadeke berfireh a vê herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kir.