Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê, Endamên Saziyên Sivîl û nûnerên Rêveberiya Xweser cenazeyên şervanê YPG′ê Elî Dawûd (Agirî Zagros) û şervana YPJ′ê Rolya Elî (Awaz Ferman) ên ku di Qonaxa 4′emîn a Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bibûn, ji nexweşxaneya Şehîd Zozan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dicle ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Fermandara YPG/YPJ′ê Yasmîn Kobanê axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û got: ″Em bi şehîdên xwe serbilind in, ji ber ku wan ji bo avakirina civakeke azad li ser esasê jiyana hevbeş û biratiya gelan, canê xwe feda kirin.″
Endama Kongreya Star Xalîse Hac Ebdulqadir jî sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û soza şopandina rêya wan da.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên her du cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê şervanan bi dirûşiman ve hatin veşartin.