Zêdetirî 420 koçberên din jî xwe gihandin Efrînê

Pêla koçberan her roja ku diçe zêde dibe. Zêdetirî 420 koçberên ji herêmên cuda cuda yên Sûriyeyê ji ber zilm û zora çeteyên DAIŞ’ê direvin xwe gihandin Kantona Efrînê.

Welatiyên herêmên Şahbayê yên hatin dagirkirin û herêmên din ên Sûriyê ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ’ê direvin, berê xwe didin herêmên bi ewle. Îro jî 420 koçbaran zêdetir ku piraniya wan jin,zarok, kal in, xwe gihandin Kantona Efrînê. Koçberên ku hatin li Kampa Robar û Şehbayê hatin bicihkirin.

Îro di saetên sibehê de 420 koçber ji herêmên Ezaz, Soran, Dêr Hafir, Meskenê, Reqqa, Dêrezor, Bûkemal û herêmên din ên hatine dagirkirin, gihîştin Efrînê.

Koçber ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin pêşwazîkirin, pêdiviyên wan bi cih anîn û li Kampên Robar û Şehbayê bi cih kirin.