Artêşa Tirk a dagirker cardin agir berda zeviyên çandiniyê

Artêşa Tirk a dagirker vê carê agir berda zeviyên çandiniyê yên Gundê Sroka ya navçeya Raco a girêdayî Kantona Efrînê.

Ev demeke ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker agir berdidin zeviyên çandiniyê yên gundên girêdayî Kanotna Efrînê.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ku dixwazin aboriya herêmê xirab bikin û gel bitirsin agir berdidin zeviyên çandiniyê. Kesên ku hewl didin agir vemirînin, dikin hedef. Piştî ku leşker ji herêmê diçin, welatiyên gund mûdaxeleyî agir dikin û agir divemirînin.

Beriya niha jî artêşa Tirk a dagirker agir bi zeviyên çandiniyê yên gundên Celemê û Dêwa yên navçeya Cindirêsê, xistîbûn.