Hevkariya Tirk-Fars a li Şehbayê

Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Hecî Ahmed diyar kir, Tirkiye li herêma Şehbayê hevkariyê bi Îran, Rûsya û rejîma Baasê re dike.

Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Hecî Ahmed anî ziman, piştî blokaja Minbicê û pêngava Reqayê, Rûsya û Tirkiyeyê xwe nêzî hev kirine û got, "Li herêma Şehbayê têkiliyeke xurt bi Îranê re hate danîn. Di encama vê hevkariyê de, di navbera rejîma Sûriyeyê û Tirkan de rêyên xurt ên ragihandinê hatin avakirin. Tevneke xurt a îstîxbaratê hate afirandin û ev yek li dijî me tê bikaranîn. Dibe ku ev hevkarî di dema pêş de di asteke cuda de were kirin."

ŞEHBA TÊ VALAKIRIN

Hecî Ahmed ragihand, 70 ji sedî herêm hatiye valakirin û destnîşan kir, ku piraniya mirovên li vê herêmê hatin sûcdarkirin û ya dest danîn ser mal û milkên wan, ya jî bi rêya kuştinên kiryar nediyar ew ji holê rakirin. Hecî Ahmed destnîşan kiri ku ev rêbaz bi destê El Nûsra, Ehrar El Şam, tûgayên Sûltan Mûrad û Yavûz Sûltan Selîm hatin kirin û wiha dewam kir:

"* Yên çavê wan lê dibirin, direvînin û îşkenceyê lê dikin. Piştre jî di berdêla dayina pereyekî zêde de wan ji herêmê derdixînin.

* Rêbazeke din jî ew e; mal û milkên kesên şandine sirgûnê didin Tirkmenan û rêya vegerê li wan dibirin.

* Ambargo li ser mirovan tê ferzkirin û ji ber vê yekê jî mirovên nikarin debara xwe bikin neçar dimînin mal û milkên xwe bifiroşin. Ev jî rêbazeke din a valakirin û koçberkirinê ye."

Fermandar Hecî Ahmed ragihand, ev rêbaz ji Ezazê heta Cerablûsê tên bikaranîn û got, "Mirovan bê çare dihêlin û piştre bi pereyan xanî û erdê mirovan dikirin. Hewl didin herêmeke pîlot ava bikin. Dixwazin vê yekê jî bi giranî di ser Çobanbeyê (Raî) de pêk bînin. Wê nehêlin ev yek di çapemeniyê de cih bigire û bi demê re vê bidomînin."

XURTKIRINA KOMÊN TIRKMEN

Hecî Ahmed destnîşan kir, dewleta Tirk dest bi tasfiyekirina komên ku nema bi kêrî bikaranînê tên kiriye, komên Tirkmen ên bi xwe ve girêdayî xurt dike û hewl dide yên din ji holê rake. Ahmed got, "Herî zêde komên Tirkmen xurt dike. Dixwaze wan li herêmê serdest bike. Li bajarên dagir kiriye, di bin navê 'hêzên ewlekariya navxweyî' de van koman bi bandor dike. Ji ber ku ev kom yekser bi wan ve girêdayî ne. Ji xwe navendên wan ên perwedeyê hemû li Tirkiyeyê ne. Rêbaza perwerdeyê heta merasîma sondxwarinê ya van koman, li gorî usûla Tirk e."

LI PEY SERWERIYA LEŞKERÎ YE

Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Hecî Ahmed diyar kir, dewleta Tirk li bajarên dagir kiriye, avahiyên berê xera dike, li şûna van cihên kevn û dîrokî, ji bo yên bi wan re tevdigerin xaniyên nû çêdike û wiha dewam kir: "Li cihên çêdikin jî nivîsên bi Tirkî dinivîsînin û wêneyên Ataturk pê ve dadiliqînin. Polîtîkayeke Tirkkirinê dimeşînin. Lê belê li Bab û Ezazê zehmetiyan dikişînin. Li Girê Şêx Aqîl ê Babê baregeheke leşkerî ava dikin. Heman polîtîkayên li Başûrê Kurdistanê dimeşînin, li vir jî xistine meriyetê. Hew didin li tevahiya herêmê bibin xwedî serweriya leşkerî."

BI KÊRÎ ÎRAN Û SÛRIYEYÊ JÎ TÊ

Hecî Ahmed anî ziman, ku tevî anîna Tirkmenan ji Îdlib û derdora wê, her wiha Ereb ji Şam, Hama û Hûmsê jî hatine anîn û got, "Îran û Sûriye jî di nava vî karî de ne. Ew jî Erebên li Şam, Hama û Hûmsê tînin li vir bi cih dikin. Ji ber ku ev rewş bi kêrî wan jî tê. Îran vê polîtîkayê baş dimeşîne. Herêma Şehba ji bo wan veguheriye qadeke kêrhatî ji bo bikaranînê. Ya ku di dema dirêj de herî zêde li vir bibe xwedî destketî Îran e."