Kela Til Harkalah jî ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin

Şervanên QSD’ê ji milê rojava ve jî gihîştin bajarê Reqayê û Kela Til Harkalah ji çeteyên DAIŞ’ê rizger kirin.

Piştî ragihandina Cenga Mezin, şervanên QSD’ê îro ji rojhilat û rojava ve ketin bajarê Reqayê. Şervanan ber êvarî ji rojavayê Reqayê ve ketin nava tevgerê û ber bi navenda Reqayê bi pêş ve çûn. Di encama şerê bi çeteyên DAIŞ’ê re, şervanan devera stratejîk a bi navê Til Harkalah ji çeteyan rizar kirin û xistin bin kontrola xwe. Di şer de gelek çete hatine kuştin, lê têkildarî hejmarê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Til Harkalah a dîrokî ku weke “Kela Harkalah” tê binavkirin û li rojavayê bajar, weke deriyê ketina Reqayê tê naskirin.

Kela Til Harkalah ji aliyê împaratoriya Romayê ve li ser qadeke bi firehiya 10 km çargoşe hatiye avakirin û bilindahiya wê 6 metre ye. Avahiya dîrokî di dema Ebasiyan de ji aliyê Xelîfe Harûn Reşîd ve bi destê hosteyan ve hatiye avakirin û bûye qesra Harûn Reşîd.