QSD'ê ragihand: Cenga Mezin dest pê kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku ew îro mizgîngiya Şerê Mezin ê ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê didin. Fermandariye diyar kir, hêzên wan bi moral û amadekariyeke xurt ji bo vî şerî amade ye.

Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li ser Pêngava Rizgarkirina Reqayê civîna çapemeniyê lidar xist. Civîna çapemeniyê li bajarokê Hezîme yê li bakurê Reqayê hate lidarxistin, ku ev bajarok di meha Nîsanê de ji DAIŞ'ê hatibû paqijkirin. Gelek fermandarên QSD'ê, endamên Meclîsa Sivîl a Reqayê, nûnerên eşîrên Reqayê û gelek welatî tevlî civîna çapemeniyê bûn. Di civîna çapemeniyê de ku ji aliyê gelek endamên medya neteweyî û navneteweyî lê amade bûn, Berdevkê Fermî yê QSD'ê Talal Silo li ser operasyonê ev agahî parve kir:

"Piştî berxwedana demdirêj a hêzên me û hêzên hevkar a li dijî teroristan, efsaneyên dîrokî û qehremanî hatin afirandin. Ji berxwedana dîrokî ya Kobanê heta rizgarkirina Girê Spî, Hol û Şedadê, heta rizgarkirina gundên Dêra Zorê û Reqayê, rizgarkirina Bendavên herêmê, azadkirina bi deh hezaran şêniyên wan herêman ji teroristan û li gorî derfetên xwe pêkanîna pêdiviyên wan ên jiyanî, hêzên me gelek pêngavên dîrokî biserxistine.

HÊZÊN TEVLÎ PÊNGAVÊ DIBIN

Em îro dest bi Cenga Mezin a rizgarkirina bajarê Reqayê ku çeteyan ji xwe re kiriye paytexta teror û terorîstan, dikin. Hêzên beşdarî vê cenga dîrokî bûne ev in: YPG, YPJ, Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El-Siwar), Cebhet El-Ekrad, Lîwa El-Şemal El-Dîmoqratî, Hêzên Eşîran, Tugaya Mexawîr Humis, Siqûr El-Reqa, Lîwa El-Tehrîr, Tugaya El-Selaciq, Hêzên Senadîd, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Meclîsa Leşkerî ya Minbic, Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zor, Hêzên Erka Xweparstinê û Hêzên Nuxbe.

Ev şer bi piştgiriyeke mezin ji Meclîsa Sivîl a Reqayê, Meclîsa Sûriya Demokratîk (QSD), mezinên eşîran û rûspiyên herêmê û bi alîkariya gelê me yê li herêmê pêk tê.

CENGA MEZIN DEST PÊ DIKE

Em mizgîniya destpêkirina Cenga Dîrokî ya rizgarkirina Reqayê radighînin û destnîşan dikin ku hêzên me bi moraleke bilind û amadekariyeke mezin ji şer re amade ne da ku pîlana leşkerî ya bi hevkarên me yên Koalîsyonê Navneteweyî re hatibû girtin, pêk bînin.

ŞEHÎDÊN QEREÇOXÊ BÛN MEŞALE

Hêzên cuda weke di mînaka êrîşa li ser Qereçox de hate dîtin, xwestin pêşî li vê pêngava dîrokî bigrin û asteng bikin. Lê ev hewildanên beyhûde tev hatin pûçkirin û van êrîşan, berovajî hedefa xwe, îradeya me hîn xurtir kir û israra me ya tekoşînê ya li hember terorîzmê hîn zêdetir kir. Şehîdên Qereçox ji me re bûn meşale. Em ê xwedî li bîranîna wan derbikevin û serketina cenga mezin diyarî ruhê wan pakrewanan bikin.

BILA GELÊ REQAYÊ XWE JI NAVENDÊN DIJMIN VEGIRE

Careke din em bang li gelê me yê bajarê Reqayê dikin, da ku dûrî navendên dijmin, noqteyên hesas û cihên şer bikevin. Li derdora hêzên me kom bibin û alîkariya hêzên me bikin, da ku erkên xwe pêk bînin.

Di heman demê de em bang li ciwanên Reqayê dikin ku ji bo di rizgarkirina bajarê xwe de cih bigrin, bila tevlîbûna xwe ya nava hêzên me dewam bikin.

Bi vê boneya dîrokî, em şehîdên xwe yên ku ji bo gihiştina vê qonaxê canê xwe feda kirine bi rêzdarî bibîr tînin û şîfayê ji birîndarên xwe yên qehreman re dixwazin.

Em bi navê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeyê  Demokratîk (QSD) hemû hêz û komên beşdarî Cenga Mezin dibin, bi şervan û fermandarên wê, silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin.

Di heman demê de em spasiya Hêzên Koalîsyona Navdewletî dikin.

Em hemû gelê xwe yê ji hemû mezheb û olan ku li dijî teroristan li berxwe dan silav dikin. Her wiha em hemû hevalên rojnamevan ên ku şerê me ji raya giştî re ragihandine û ji bo dîmenên zindî veguhezînin li kêleka hêzên me bûn, silav dikin."