YPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir

YPG'ê nasnameya 4 cangoriyên di destpêka meha Hezîranê de li Kobanê, Şedadê û Reqayê şehîd bûn, eşkere kir.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê de ev agahî hate dayin:

"Pêngava Xezeba Firatê ya ku ji bo rizgarkirina gel û bajarê Reqayê di bin dagirkerî û zilma çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hatibû destpêkirin, di qonaxên herî zor û zehmet derbaskirin û piştî 7 mehan ji sê milan ve Reqa bi temamî hatiye dorpêçkirin. Di heft mehên dawî de ya herî girîng bi hezaran sivîlên ku di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de bûn, ji aliyê şervanên azadiyê ve hatin rizgarkirin. Bi sedan şervanên azadiyê ji bo zarok, jin, ciwan û hemû gelên Reqayê di şer de zirar nebînin xwe kirin mertal û di vê oxirê de canê xwe feda kirin.
 
2'ê Hezîranê, du şervanên me bi heman armancê li gundên Reqayê piştî ku gelek sivîl ji çeteyan rizgar kriin, di şerekî dijwar de tevlî karwanê şehîdan bûn.

Hevalên me Ebû Nar û Omer Kobanê ku di parastina Kobanê û Şedadê de cih digirtin dema bi erka xwe radibûn, di encama qezayê de gihîştin şehadetê.
 
Wek YPG û YPJ’ê di şexsê şehîdên Xezeba Firatê de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Di serî de ji malbatên şehîdan ji hemû gelên me yên Rojava û Bakurê Suriyê re sersaxiyê dixwazin. Ji bo armanca şehîdan pêk bînin em soza bilindkirina têkoşînê nû didin.
 
Nasnameya şehîdan wiha ye:

 

Nasnav: Agir Zagros

Nav paşnav: Elî Dawud

Navê Dayikê: Leyla

Navê Bav: Mehmud

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 2'ê Hezîrana 2017

 

 

Nasnav: Dilbirîn Kaniyê

Nav paşnav: Cîhad Omer

Navê Dayikê: Texrîda

Navê Bav: Abdulselam

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa, Gundê Ciwêdat Xabur / 2'ê Hezîrana 2017

 

 

Nasnav: Ebû Nar

Nav paşnav: Iyad Ibrahîm

Navê Dayikê: Bedriya

Navê Bav: Siwad

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 2'ê Hezîrana 2017

 

 

Nasnav: Omer Kobanê

Nav paşnav: Omer Hemo

Navê Dayikê: Zehra

Navê Bav: Bekrî

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê /  Hezîrana 2017