250 şervanên din jî tevlî QSD'ê bûn

Li Akademiya Şehîd Diyab Xanim, 250 şervan piştî qedandina dewreya perwerdê, bi merasîmekê tevlî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bûn.

Bi beşdarbûna 250 şervanan li Akademiya Şehîd Diyab Xanim beriya 15 rojan dewreya perwerdê hatibû destpêkirin. Şervanaan piştî qedandina dewreya perwerdê bi merasîmekê tevlî Hêzên Sûriya Demokratîk bûn.

Endamê Fermandariya QSDʹê Hêzil Heleb û hejmarek fermandarên QSDʹê ji tevlî merasîmê bûn.

Measîm bi rêzgirtina leşkerî ku ji aliyê şervanan ve hate lidarxistin destpê kir. Piştre Endamê Fermandariya QSDʹê Heqî Kobanê axivî û dewreya perwerdê li şervanan pîroz kir û got; "Ez Pêngava Rizgarkirina Reqayê li tevayî beşdarvanan pîroz dikin. Wê hêzên me li hemû deveran li çeteyên terorîst bixe. Em soz didin ku heta dawiyê em ê şerê terorîstan bikin û rêya şehîdan bişopînin."

Piştî axaftinê şervanan sond xwarin. Merasîm bi stran û gerandina govendê ve bi dawî bû.