237 ciwanên din jî beşdarî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn

237 ciwanên Minbicê yên ku dewreyên perwerdeyê didîtin, piştî qedandina perwerdeyê beşdarî nava refên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn.

237 ciwanên bajarê Minbicê yên Kurd, Ereb û Tirkmen dewreya xwe ya leşkerî û siyasî bi dawî kirin û tevlî nava refên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn.

Di merasîma bidawîkirina dewreyê de fermandarê giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced, Hevseroka Komîteya Parastinê Nofa Silêman, fermandarê giştî yê Tabûrên Şems El-Şemal Mihemed Ebû Adil, Fermandarê Lîwa El-Tehrîr Enwer Ismaîl, şervanên Meclîsê û malbatên şervanan, amade bûn.

Fermandarê giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced axivî û hêvî kir ku şervanan sûd ji perwerdeyê dîtibe û soza şopandina rêya şehîdan da.

 Di dawiyê de şervanan soza parastina gelê xwe û welatê xwe dan.

Tê payîn ku wê şervan li tûgayên ku di bin raya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de tev digerin, werin belavkirin, da di Pêngava rizgarkirina Reqayê destek bidin şervanên QSD′ê.