‘YPJ di azadkirina Reqayê de wê bibe hêza pêşeng’

Zozan Kobanê ya ku fermandara jin a Pêngava Xezeba Firatê ye got ku, em ê di rizgarkirina Reqayê de rolekî pêşeng werbigirin û rizgarkirina Reqayê diyarî hemû jin û gelan bikin.

Zozan Kobanê ya ku fermandara jin a Pêngava Xezeba Firatê ye û li ser navê YPJ’ê di koordîneya şer de ye, ji ANF’ê re axivî.

‘HÊZÊN ME BI GIYAN Û ŞÊWAZA FEDAÎ BI PÊŞ VE ÇÛN’

Kobanê diyar kir ku Pêngava Xezeba Firatê 2 meh in bi qonaxa 4’emîn didome û got: “ Ji meha Nîsanê ve hêzên me ji aliyê rojava, rojhilat û bakur gund, bajarok û gundikên derdora Reqayê ji DAIŞ’ê paqij dikin. Tebqa, Bendava Tebqayê, Bendava Azadî hate azadkirin. Şerên giran rûda, hêzên YPG û YPJ’ê û QSD’ê bi giyan û şêwaza fedaî bi pêş ve çûn.”

‘JI BO EWLEHIYA SIVÎLAN EM BI BALDAR TEVGERIYAN’

Kobanê destnîşan kir ku di pêngavê de bûn şahidên têkçûna DAIŞ’ê û DAIŞ herî zêde cih dide dayîna mayînan û wiha anî ziman: “Di pêngavê de dijwariya herî zêde derketiye pêşiya me mayînên DAIŞ’ê bû. Pergala xwe ya parastinê li ser dayîna mayînan saz kiriye. Hevalên me bi baldarî tevgeriyan. Xwestin bi wesayîtên tijî bombe êrîşan bikin, li gelek cihan hêzên me ev tişt dîtin û wesayîtên wan rûxandin.”

Kobanê diyar kir ku DAIŞ wekî gelek caran vê carê jî sîvîlan wekî mertalên zindî bi kar tîne û got: “Di pêngavê de dijwariya ku derket pêşberî me ev bû ku DAIŞ sîvîlan wekî mertalên zindî bi kar tîne. Ji bo ku xisar negihêje sîvîlan hêzên me gelekî bi baldarî tevgeriyan.

Hevalên me ji bo tehliyekirina sîvîlan gelek hewl dan. Lê hewa zêde germ bû, av û xwarin têra xwe tune bû. Jin û zarok gelekî dijwarî kişandin.”

ASTA JINAN A BEŞDARIYÊ

Kobanê destnîşan kir ku aliyê herî balkêş yê Pêngavê ev e ku asta beşdariya jinan ango ya YPJ’ê ye û got: “YPJ di vê pêngavê de rolekî pêşeng lîst. Him di koordîneya şer de û him jî di ya şer de rolekî girîng lîst. Asta jinên Ereb ên di nava YPJ’ê de gelekî balkêş bû.”

‘OPERASYONA MEZIN HAT DESTPÊKIRIN’

 Kobanê diyar kir ku rizgarkirina bajarê Reqayê bi awayê fermî hatiye destpêkirin û wiha pêde çû: “Reqa ji aliyê rojhilat, rojava û bakur hatiye dorpêçkirin. Gelek hêz beşdarî rizgarkirina Reqayê dibin. Lê pêşengiya vê pêngavê QSD, YPG û YPJ dike. Hêzên me ji aliyê Rojhilat ketine navçeyê.”

‘WEKÎ YPJ ARMANCÊN ME…’

Kobanê têkildarî armancan got: “Armanca me ev e ku em gelên Reqayê ji bin zilma DAIŞ’ê derxînin û bi hezaran jinên Êzidî û Ereb ên ku ketine destê DAIŞ’ê rizgar bikin. Em dixwazin Reqayê azad bikin û vî tiştî diyarî hemû gel û jinan bikin. Em wekî YPJ him di koordîneya şer de û him jî wekî şervan, em cihê xwe digirin. Ji bo ewlehiya sîvîlan em ê gelekî baldar tevbigerin.”

‘EM JIXWE BAWER IN’

Kobanê bibîr xist ku li her derê ew ê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Di serî de jinên Êzidî, em ê jinên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Asûrî û Çerkez ji vê faşîzmê rizgar bikin. Di pêngava azadkirina Reqayê de em ê tola hevalên xwe yên li Qereçoxê bi êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê şehîd ketin jî hildin. Em bawer in ku jinên li Reqayê wê bi vê biryardariyê hêzên xwe yên leşkerî ava bikin û careke din destûrê nedin zilmeke wisa.”