Silo: Armanca me ev e ku em di demeke kin de Reqayê azad bikin

Berdevkê QSD’ê Silo got ku, armanca me ev e ku em di demeke kin de Reqayê azad bikin û diyar kir ku gelek kom piştgiriyê didin pêngavê.

Berdevkê QSD’ê Telal Silo ji ANF’ê re axivî û têkildarî pêngava azadkirina Reqayê daxuyanî da. Silo diyar kir ku, wan şerekî mezin dane destpêkirin û armanc ev e ku di demeke kin de Reqayê azad bikin.

‘DI DEMEKE KIN DE EM Ê ENCAMÊ WERBIGIRIN’

Silo got: “Armanca me azadkirina Reqayê ye, em dixwazin sîvîlên di bin zilma DAIŞ’ê de ne, rizgar bikin. Têkildarî rizgarkirinê em nikarin demekê bidin. Li gorî şer wê diyar bibe. Lê armanca me ev e ku di demeke kin de em encamê werbigirin.”

‘HÊZÊN ME YÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ JÎ DI PÊNGAVÊ DE NE’

Silo diyar kir ku ji Efrîn, Heleb, Şehbayê jî tûgay, tumen û tabûr beşdarî operasyona azadkirina Reqayê dibin.

Têkildarî komên ku wê beşdarî azadkirina Reqayê bibin Silo got: “Ji xeynî komên QSD’ê yên li Kobanê û Cizîrê, gelek komên ji Efrîn, Heleb, Şehbayê beşdarî pêngava azadkirinê dibin. Ji xeynî vêya hêzên Humus, Dera Zor û Minbîcê jî beşdarî azadkirinê dibin.”

YÊN BEŞDARÎ PÊNGAVÊ BÛN

Silo komên ku beşdarî pêngava azadkirinê bûne, wisa rêz kir:

“YPG, YPJ, Lîva Selacik, Sîxur El Reqqa, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Meclîsa Leşkerî ya Minbîçê, Meclîsa Leşkerî ya Dera Zor, Hêzên El Nuxbeyê, Hêzên Xweparastinê, Asayîş û Hêzên Emîn Dahîlî, Ceyş El Suwar, Şems El Şemal, Cephet El Ekrad, Qaweta Eşîran û Tûgaya Mexavîr Humus.”

Silo bal kişand ser vê yekê ku ji xeynî YPG, YPJ û pêkhateyên QSD’ê yên Kantona Cizîrê û tûgay û tabûrên ji Şehba, Heleb, Efrînê jî wisa rêz kir: “Ceyş El Suwar, Şems El Şemal, Cephet El Ekrad, Qaweta Eşîran û Tûgaya Mexavîr Humus.”