Artêşa Şoreşgeran li çeteyên Tirk xist

Li herêma Şehbayê, gelek çeteyên ser bi dewleta Tirk hatin kuştin. Li herêma navbera bajarokên Marî û Şêx Îsa jî derb li wesayîteke çeteyan hate xistin.

Çeteyên artêşa Tirk ji bajarokê Marî û gundê Kelcibrînê êrîşî nuqteyên şervanên Hêzên Şoreşger kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, şervanên Hêzên Şoreşger, di cih de bersiv dan êrîşan. Di encamê de gelek çete hatin kuştin, lê li ser hejmara miriyên çeteyan agahiyeke zelal bi dest neket.

Wekî din, li xaçerêya bajarokê Marî jî, şervanan derb li wesayîteke leşkerî ya çeteyan xistin.

Êrîşên çeteyan danê vê sibehê jî dewam kirin. Wekî din, ji ber topbarana çeteyan, mal û milkên gelê Şehbayê zerara madî dîtin.