Dewleta Tirk li Şehbayê nêçîra Kurdan dike
Dewleta Tirk û çeteyên bi ser ve nêçîra Kurdan da destpêkirin.
Dewleta Tirk û çeteyên bi ser ve nêçîra Kurdan da destpêkirin.
Dewleta Tirk û çeteyên bi ser wê ve ev demeke ku li Şehbayê êrîş bi ser gundên Kurdan de dianîn, niha jî dest bi revandina Kurdan kirin.
Çeteyên bi navê Eniya Şamê ya bi rêveberiya efserên artêşa Tirk şevê din bi ser gundên Qar Qelbîn, Naman, Til Battal, Şêx Cerrah, Qaîbe, Til Circir û Şêx Beşîr de girtin û êrîşên girtina Kurdan dane destpêkirin. Hate gotin saet 06.00’an bi ser malê Kurdan de girtine, di nav de jin jî 50 Kurd hatine revandin.
Li gorî agahiyên xwecih revandina Kurdan ku weke nêçîra Kurdan tê nirxandin dewam dike, piştî ku mirovan direvînin dest li ser mal, milkên Kurdan jî datînin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin, ku ev operasyon bi fermana Tirkan hatine kirin û berî çete dest bi operasyonê bikin, li gundên Kurdan alên Tirk û 'artêşa azad' daliqandine û îro jî dest bi operasyonê kirine.
Çavkaniyan diyar kirin, bi konvoyeke ji sed wesayîtan ku leşker jî tê de bûn operasyon li gundan hatine kirin û anîn ziman, ku di bin navê 'Li dijî ajanên YPG, PKK'ê' de gundî kontrol kirine, ji wan re gotine ev erd axa Ereb û Tirkan e, cihê Kurdan li vir nîne û eger gundiyên Kurd vê herêmê neterikînin wê tiştên hê nebaş bi serê wan ve werin.
Çavkaniyên herêmî dan zanîn, gelek kesên hatine kontrolkirin bi îdîaya ku ji Enqereyê hatine xwestin, ji bo lêpirsînê şandine Enqereyê, her wiha îşkence li jinan hatiye kirin û gelek extiyarên ku nikarin bimeşin bi erdê re kaş kirine û revandine.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, kesên hatine girtin niha li bajarokê Irşaf ê bi 5 kîlometreyan li Xerbî Akterîn e, tên girtin.