Berdevkê QSD’ê bersiv da pirsên li ser Reqayê
Berdevkê QSD’ê Telal Silo got ku, ji bo bidawîbûna operasyona Reqayê dîrokek nehatiye diyarkirin. Meclîsa Sîvîl a Reqayê jî got ku “Wê QSD soza xwe bi cih bîne.”
Berdevkê QSD’ê Telal Silo got ku, ji bo bidawîbûna operasyona Reqayê dîrokek nehatiye diyarkirin. Meclîsa Sîvîl a Reqayê jî got ku “Wê QSD soza xwe bi cih bîne.”
Piştî civîna çapemeniyê ya ku tê de hat diyarkirin ku ji bo Reqa ji DAIŞ’ê were paqijkirin QSD’ê operasyon daye destpêkirin, berdevkê QSD’ê Telal Silo, pirsên endamên çapemeniyê bersivand. Silo li ser pirseke ku wê operasyon çawa bimeşe, diyar kir ku operasyon ji rojhilat, bakur û rojavayê Reqayê hatiye destpêkirin û got, “Hêzên me hatine wê astê ku ji aliyê Rojava têkevin bajêr û bi vî tiştî re jî ‘Cenga Mezin’ hatiye destpêkirin.”
BERSIVÊN JI BO ÎDDÎAYÊN RÛSYA Û TIRKIYEYÊ
Silo bersiv da pirsa ku gelo wê operasyona Reqayê kîngê bi dawî bibe û diyar kir ku ji bo bidawîbûna operasyona Reqayê dîrokek nehatiye diyarkirin. Di heman demê de Silo bersiv da îddîaya Tirkiye û Rûsyayê ya ku dibêjin, “DAIŞ û QSD’ê li hev kirine wê bajêr vala bikin” jî got, “Gotegotên ku dibêjin hêzên me ji bo çete ji bajêr derkevin peyman çêkirine, ne rast e. Ev ne metoda me ye û li hemberî gelê me berpirsyariya me heye.”
MECLÎSA SÎVÎL: WÊ QSD SOZA XWE BI CIH BÎNE
Piştî Silo li ser navê Meclîsa Sîvîl a Reqayê jî daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Firas Menduh hate kirin ê ku endamê Meclîsa Sîvîl a Reqayê ye û hate destnîşankirin, “Hemû cîhan li bendê ye ku Reqa ji terora DAIŞ’ê were rizgarkirin û em Meclîsa Sîvîl a Reqayê radigihînin ku wê QSD soza xwe bi cih bîne û çawa ku gelek beşên Sûriyeyê ji terorîstan rizgar kirine wê Reqayê jî rizgar bikin.”
Menduh spasiyên xwe li hêzên koalîsyona li dijî DAIŞ’ê kir ên ku piştgiriya QSD’ê dikin û bi sloganên “Bijî QSD”, “Şehîd Namirin”, “Bijî Yekîtiya Sûriyeyê ya Demokratîk” axaftina xwe bi dawî kir.