Pêngava Xezebat Firatê: 4 gundên din jî hatin rizgarkirin

Di Pêngava Xezeba Firatê de, îro 4 gundên dikevin bakurê Rojavayê Reqayê hatin rizgarkirin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çerçoveya Qonaxa 4’emîn a Pêngava Xezeba Firatê de, pêşveçûna xwe ya ber bi bajarê Reqayê ve dom dike. Îro di saetên nava rojê de li rojavayê Reqayê di navbara şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar qewimî. Di encama şer de, gundên Ednaniyê, Bîr Haşim, Segura û Rabîa yên dikevin bakurê rojavayê Reqayê ji çeteyan hatin rizgarkirin.

Di şerê li her 4 gundan de, herî kêm 36 çete hatin kuştin, cenazeyên 20 çeteyan tevî rêjeyek çek û cebilxane ketin destê şervanan. Şervanan li gundên hatin rizgarkirin, dest bi xebatên lêgerînê kirin.

Li gundê Hawî Hewa yê dikeve rojavayê Reqayê jî, şer berdewam e. Di şer de heta niha motosikleteke bombebarkirî ya çeteyan, ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatiye rûxandin. Li gund Her wiha kargehekî ya çekan û wesayîtên bombebarkirî jî hate dîtin û ji aliyê şervanan ve hate rûxandin.

Di van kêliyan de şerê li gundên Hawî Hewa, Yarûb û Ebû Sûs bi dijwarî dewam dike.