Li Şeddadê kooperatîf tên avakirin

Li Şeddadê, di çarçoveya koperatîfan de firneke nan hate vekirin. Gelê herêmê ji vê firnê sûdê werdigire.

Li herêma Şeddadê, ku demeke dirêj bû amadekarî dihate kirin, wê yekem car karê kooperatîfê lê bê kirin. Weke gava destpêkê, firineke nan hate vekirin.

Li ser avakirina kooperatîfan Hevserokê Meclîsa Odeya Bazirganî û Pîşeyî ya herêma Şeddadê û rêveberê kooperatîfa firinê Mihemed Ehmed El-Weqaî ji ANF'ê re axivî. El Weqaî dest nîşan dike, ku ji bo herêma Şeddadê kooperatîf tiştek pir xerîb e û heya ku wan ew bi gel dane qebûlkirin gelek zehmetî kişandine. 

El Waqî wiha dibêje; "Piştî ku me meclîsa xwe ava kir, em gelek caran civiyan û me li ser pêwîstiyên şêniyên herêma Şeddadê nîqaş kirin. Piştî nîqaşên berfireh me pêşniyar kir ku firineke nan bi rengê kooperatîfê li Şeddadê vebikin.

Ji bo gelê Şedadê mijara kooperatifan fikrek nû bû. Di destpêkê de welatiyan ev qebûl nedikirin, ji ber ku tiştekî nû bû, nedizanîbûn wateya kooperatîfan çi ye. Me jî ji aliyê xwe ve ew teşwîqî vê gavê dikirin. Me dest bi propagandaya danasîna kooperatîfan kir. Me belevok li ser dîwaran û kolanan daliqandin, li welatiyan belav kirin.

Dîsa ji bo komkirina alavên firinê me gelek zehmetî dîtin. Dîtina xebatkaran jî zehmet bû. Her wiha di warê madî de jî me zehmetî kişandin. Lê bi alîkariya hevalan me ev zehmetî derbaskirin. Piştî ku me firin amade kir, êdî welatî jî roj bi roj ev fikir qebûl kirin. Niha her diçe hejmaran wan ji bo kooperatîfa zêde dibe. Niha ji Eslê hezar kes, ji Sehm 250 kes tevlî kooperatîfa bûne. Rewşa me baş e, hejmara me roj bi roj zêde dibe."

El Waqî tîne ziman, ku wan ev proje di destpêkê de ji bo feqîr û malbatên şehîdan ên Şeddadê vekiriye. Her wiha destnîşan dike, ku ev li Şeddadê gavek yekemîn bû û sedî sed jî serketî ye. 

Mihemed Ehmed El Weqaî wiha dewam dike, "Bi rastî jî welatî pir kêfxweş in ku nan peyda dikin. Em nan 25 mûtemedînan belav dikin. Ardên me kêm e ji bo wê jî zehmet e ku pêwîstiya hemû welatiyan pêk were. Eger ard zêdebûya me dikaribû şev û roj firin bixebitanda, lê niha em nikarin. Em hêvîdar in ku berhem zêde bibe. Eger em 10 hezar, 15 hezar kîsên nan çê bikin jî kêm e. Çiqas zêde bibe jî daxwaz li ser nan heye. Cûreyên nan jî gelek baş e. Niha tenê em dikarin 2 hezar kîsên nan çê bikin. Rojane derdora 3-3 ton nîv ard em digirin."