Şervan li Reqa bi pêş ve diçin: 75 çete hatin kuştin

Li taxên El Meşleb ê li rojhilatê Reqayê û El-Cezra a li rojavayê Reqayê şerekî giran heye. Ji doh êvarî ve di şer de 75 çete hatin kuştin.

Duh  şervanên QSD’ê saet 16.00’an ji taxa El Meşleb a rojhilatê Reqayê ve ketin navenda Reqayê û bi çeteyên DAIŞ’ê re şerekî giran qewimî. Şervan ji bo ku tiştek bi sivîlan neyê, piştî ku sivîl ji qada şer derxistin û birin qadên ewle şer dewam kir. Îro ji saet 10.00’an ve li taxê, li sê cihan şerê giran heye.

Agahiyên xwecih diyar dikin ku niha li El-Cezra di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî giran heye.

Şervanên QSD’ê dibêjin çeteyên DAIŞ’ê gelek caran bi motosîkletên bombekirî êrîş bi ser cihên şervanan de anîne û ji doh ve di şerê rojhilat û rojavayê Reqayê de 75 çete hatine kuştin.