ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyên 3 şehîdên Reqayê li Tebqa hatin veşartin
Welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyên 3 şervanên azadiyê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin. -
Li Reqayê li derdorî standê şerê dijwar diqewimin
Li Reqayê li derdorî standa Reş di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar diqewimin. -
Koçberên ji Dêra Zorê direvin xwe dispêrin QSD’ê
Nêzî hezar koçberên ji ber zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê ji Dêra Zorê direvin, gihiştin herêmên bi ewle yên di bin parastina şervanên QSD’ê de. -
Li Reqayê 'serdema lehengiyê' hê neqediya ye
Brûsk dibêje, "Li Reqayê xwîna gelek mirovên bê guneh rijiya û ev 4 meh in bi xwîna lehengan tê avdan. Ez ji Minbicê me lê êdî parçeyekî min li Reqayê ye. Li çar hêlên vî welatî me parçeyekî xwe hişt, êdî bi xwînê em bi vî welatî ve hatin girêdan." -
Di pêngava Bagera Cizîrê de şervanên QSD'ê her bi pêş ve diçin
Di pêngava Bagera Cizîrê de, şervanên QSD'ê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya bi wesayita bombebarkirî şikandin. Şervan li bejahiya Dêra Zorê her bi pêş ve diçin. -
'Em ê Idlibê teqez rojekê azad bikin'
Alîkarê Fermandarê Giştî yê Ceyş El Siwar Xelef Mihemmed got, "Em Peymana Astana ku Idlib kirine 3 parçe nas nakin. Astana lîstik e. Em ê teqez rojekê Idlibê azad bikin." -
Çeteyên artêşa Tirk gundê Til El Ibir dan ber topan
Artêşa Tirk û çeteyên wê yên li bejahiya başûrê Cerablûsê bicih bûne, gundê Til El Ibir ê girêdayî Kantona Kobanê dan ber topan. -
Cenazeyên şehîdên Reqayê hatin veşartin
Li Hesekê bi merasîmeke heybet cenazeyên 5 şervanên YPG’ê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristan Şehîd Dijwar hatin veşartin. -
Di şerê li navenda Reqayê qewimî de 11 çete hatin kuştin
Di şerê dijwar ên li taxên navenda bajarê Reqayê diqewimin de 11 çete hatin kuştin. Pêşveçûna şervanên QSD’ê dewam dike. -
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo Mam Celal 3 rojan şîn hate îlankirin
Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji ber wefata Sekreterê Giştî yê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Telabanî li Rojavayê Kurdistanê 3 rojan şîn îlan kir. -
Bûyerên li Îdlibê diqewimin wê di nava çend rojan de zelal bibin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger Haci Ehmed ê ku qadê baş nas dike û ji nêz ve dişopîne rewş û pêşketinên dawîn ên li Îdlîbê ji ajansa me re nirxand. -
Bagera Cizîrê: 4 gundên din hatin rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di Pêngava Bagera Cizîrê de 4 gundên din ji DAIŞ'ê paqij kirin. -
10 gundikên Dêra Zorê hatin rizgarkirin, 5 çete hatin kuştin
Şervanên QSD'ê, di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê de 10 gundik rizgar kirin û dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyên çeteyan. Di şer de 5 çete hatin kuştin. -
Cenazeyên 4 şehîdên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatin veşartin
Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana şehîdan a Minbicê bi merasîmekê veşartin. -
Şer li navenda Reqayê dijwar e: 27 çete hatin kuştin
Li navenda bajarê Reqayê şer bi dijwarî diqewimin. Di şer de hata niha 27 çete hatin kuştin, şervan pêşve diçin. -
Ji bo Fîraz Dag û 3 şehîdên azadiyê merasîmek heybet
Ji bo Endamê Raghandina YPG`ê Fîraz Dag û 3`ê şervanên azadiyê yên Pêngava Rizgarkirina Reqa û Dêra Zorê şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik merasîma bi heybet hate lidarxistin. -
Li Kobanê Cenazeyê şehîdê Reqayê Berkel hat veşartin
Bi sedan welatiyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê QSD`ê Ezîz Berketl (Ocalan Kobanê) ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle veşartin. -
Ji Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriye ji bo Mam Celal peyama sersaxiyê
Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê sersaxî ji malbata Mam Celal û YNK’ê re xwest û got: “Wê kesayet û têkoşîna wî her dem di dil û mejiyê gelan de bimîne.” -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Mûstefa hate veşartin
Gelê navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo ya Herêma Cizirê cenazeyê şervanê YPG’ê Mûstefa Tirbespiyê bi merasîmekê li Goristan Şehîd Dilşêr veşart. -
Encamnameya Komxebata KNK-Rojava hate eşkerekirin
Encamnameya Komxebata Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Rojava hate eşkerekirin. -
DAIŞ li Reqayê têk çû: Tenê 6 tax mane
Li Reqayê 19 tax ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Niha tenê 6 tax mane. -
Bagera Cizîrê: Gundek hate rizgarkirin, 30 çete hatin kuştin
Di Pêngava Bagera Cizîrê de gundê Lice ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate irzgarkirin. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, di vî şerî de herî kêm 30 çete hatin kuştin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Dilxwaz li Til Temirê hate veşartin
Welatiyên herêma Serêkaniyê û Til Temirê cenazeyê şervanê YPG‘ê Silêman Çaçan (Dilxwaz Serêkaniyê) bi merasîmekê li goristana şehîdan a bajarê Til Temir veşartin. -
Pêngava Reqayê: 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
Li Reqayê di şer de yê ku duh heta sibehê domiya 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, cenazeyê 5 çeteyan ket destê şervanan. -
YPG'ê nasnameya 9 şehîdên Dêra Zor û Reqayê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya 9 şehîdên di pêngavên Bagera Cizîrê û Xezeba Firatê de, di navbera 25 û 30'ê Îlonê de li Dêra Zor û Reqayê şehîd bûn, eşkere kir.