'Em ê Idlibê teqez rojekê azad bikin'

Alîkarê Fermandarê Giştî yê Ceyş El Siwar Xelef Mihemmed got, "Em Peymana Astana ku Idlib kirine 3 parçe nas nakin. Astana lîstik e. Em ê teqez rojekê Idlibê azad bikin."

Yek ji fermandarên Ceyş El Siwar Xelef Mihemmed ku li dijî rejîmê, DAIŞ'ê, Nûsra û çeteyên dewleta Tirk şer kiriye û du caran di zindanên Nûsra de maye, got bi ya wan Cebhet El Nûsra wê Idlibê radestî Tirkiye bike û Astana jî lîstik e.

Xelef Mihemmed (Dijwar) şervanekî ji Idlibê ye û fermandar e. Bûyerên ku di nava 6 salan de jiyane, weke prototîpeke biçûk a qedera li ser Şoreşa Sûriyeyê û Idlibê tê ferzkirin e. Rewşa ku li ser Idlibê dane ferzkirin qebûl nekiriye û niha jî qebûl nake. Fermandarê Ceyş El Siwar,  ku di bin banê QSD'ê de cih digire, bi wê hêviyê ye ku Idlib ji hêla QSD'ê ve were azadkirin.

ŞERÊ LI DIJÎ ZILMÊ

Xelef Mihemmed ku beriya Şoreşa Sûriyeyê li Lubnanê bû û piştî destpêka şoreşê hatî Sûriyê, biryar dide ku li dijî zilmê şer bike. Mihemmed got, "Destpêka şoreşê derfetên me kêm bûn. Li Idlibê em pir kêm bûn û bi komên biçûk em bi rêxistin dibûn. Li navçeyên Sarakîp û Muarît Musrînê yên Idlibê me êrîş bi ser hêzên rejîmê de bir. Wê wextê li gundê me hêzên rejîmê nebûn, lê dema ku rejîm kete gundê me em neçar man ku vekişin."

Mihemmed diyar kir, ne pêkan e bû ku bi komên biçûk û belawela bikin ku rejîm ji zilmê biqere û got, di wê pêvajoyê de tevlî Saziya Peywirên Taybet a  Lîwa 455'an dibe ku fermandariya wê, fermandarê giştî yê Ceyş El Siwar Ebû Elî Barat dikir. Mihemmed wiha dibêje: "Destpêka 2012'an bû. Destpêka şerê me yê bi disîplîn bû li Idlibê. Li Han Toman, Cebel Alzawiya û li balafirgeha leşkerî ya Matar Ebû Duhurê li dijî rejîmê me şer kir û her wiha li Asriye û Hanasirê jî me şerê rejîmê kir."

ÊRÎŞA DAIŞ Û NÛSRAYÊ

Dema ku li dijî rejîmê şer dikin, beriya 2014'an DAIŞ û El Nûsra bi gotina 'hûn kafir in' êrîş dibin ser wan. Ji ber ku hem bi DAIŞ'ê re û hem jî bi rejîmê re şer dikirin, piştî ku Nûsra jî êrîş bi ser wan de anî, Liwa 455 neçar dimîne ku ji Idlibê vekişe. Xelef Mihemmed jî ji Idlibê venakişe û bi rengekî veşartî hewl dide ku hêzeke din a leşkerî ava bike. Dema ku ev kar dikir Tebaxa 2015'an dikeve destê Cebhet El Nûsra û heta Mijdara 2015'an li zindanê dimîne.

DÎSA DÎL DIBE

Xelef Mihemmed derbasî qada Şehba dibe, bi Ebû Elî Barat re dikeve têkiliyê ku Cephet El Ekrad û komên din û Ceyş El Siwar ava kiribû. Lê carake din Tîrmeha 2016'an dikeve destê Nûsra, 2 mehan li zindanê êşkenceyê lê dikin.

DERBASÎ TIL RIFATÊ DIBE

Çawa ku ji zindanê derdikeve ji Idlibê derdikeve û derbasî qadên Til Rifatê dibe ku çend meh bûn hatibûn rizgarkirin. Li vir tevlî Ceyş El Siwar dibe. Wê demê Ceyş El Siwar li dijî DAIŞ'ê pêngavek dabû destpêkirin ku ji Umhoşê dest pê kiribû û gundên Babê jî di nav xwe de vedihewand. Xelef Mihemmed di vî şerî de cih digire û dîsa li dijî DAIŞ'ê şer dike. Wê demê artêşa Tirk û çeteyên wê jî êrîş dibine ser Ceyş El Siwar.
Mihemmed piştî vê pêngavê tevlî nav perwerdehiya QSD'ê dibe, ku Ceyş El Siwar jî di nav de ye.

ASTANA NAS NAKIN

Alîkarê Fermandarê Giştî yê Ceyş El Siwar Xelef Mihemmed weke hemû hêzên Ceyş El Siwar dêhn û bala wî li ser Idlibê ye. Mihemmed li dijî Peymana Astana, ku Idlib kiriye sê parçe pir bi hêrs e û wiha dibêje: "Hedefa me ya sereke ya Ceyş El Siwar azadkirina Idlibê ye. Em haziriya vê dikin. Li Astana civîn kirin, Idlib kirin sê parçe. Wê beşekê bi dest Tirkiyê ve berdin û beşekê bi dest rejîmê ve. Gelê Idlibê gotina Tirkiyê ku demekê digot em ê Idlibê azad bikin ji bîr nekiriye. Lê berevajî, hêzên ku li dijî rejîmê şer dikirin firot. Ev biryarên Astana me têkildar nake. Em Ceyş El Siwar van biryaran qebûl nakin, ji ber ku ev lîstik e û ev bi zelalî tê dîtin. Bi ya me Cebhet El Nûsra ya ku Idlib bi dest xistiye, bê şer wê Idlibê bide Tirkiyê."