DAIŞ li Reqayê têk çû: Tenê 6 tax mane

Li Reqayê 19 tax ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Niha tenê 6 tax mane.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku di 6’ê Hezîranê de ji bo rizgarkirina navenda bajêrê Reqayê  ‘Cenga Mezin’ a rizgarkirian Reqayê dabû destpêkirin, çar meh li paş xwe hêla. Hêzên QSD’ê zêdetirî 85 ji sedî yê bajarê Reqayê kontrol kirine. Şerê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de li taxa Nehda, Ferdews, Mensûr û Kurda bi dijwarî didome.

Reqaya ku ji 25 taxan û bajarokekê  pêk tê, heya niha 19 taxên wê hatiye rizgarkirin û tenê 6 tax mane bên rizgarkirin. Li aliyê din bi dehezaran welatiyên sivîl, dibin ewlekariya hêzên QSD’ê de gihane qadên bi ewle. Bi hezaran ji li qempa Eyn Îsa hatin bicih kirin.

QSD’ê ji bo piştgirî dayîna operasyona ‘Bagera Cizirê’ ya ku Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ji bo rojhilatê Dêra Zor dayî destpêkrin, hêzekî xwe şand û bi vê re jî çeteyên DAIŞ’ê nikarin nefesekê bistînin.

Pêşveçûnên şervanan li Reqa û Dêra Zorê bi hemû leza xwe didome