Peyamên ji bo Konferansa Jinan: Yekîtiya neteweyî azadî ye
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, Kongra Star û Berdevka berê ya TJA’yê ya girtî Ayşe Gokkan ji bo 3’yemîn Konferansa Platforma Jinên Kurd re peyam şandin.
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, Kongra Star û Berdevka berê ya TJA’yê ya girtî Ayşe Gokkan ji bo 3’yemîn Konferansa Platforma Jinên Kurd re peyam şandin.
3’yemîn Konferansa Platforma jinên Kurd berdewam dike. Di konferansê de peyamên berdevka berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tê ragirtin, Kongra Star û Platforma Jinên Kurd hatin xwendin.
NAMEYA AYŞE GOKKAN
Nameya Ayşe Gokkanê bi vî rengî ye:
“Silav beşdarvanên ezîz û birûmet, hûn hemû bi xêr hatin, li ser seran û li ser çavan hatin. Xwebûn û tevlîbûna we geştir û xweştir be. Em destpêkê bejna xwe li ber jinên ku îro di nav me de ne û em anîn vê merheleyê ditewînin. Em wan bi minet bi bîr tînin. Beşdarvanên delal, Yekitîya Netewa Kurd a Demokratîk derman û çareseriya hemû pirsgirêk û êşên civaka me ye.
Wekî hûn jî dizanin em di demeke dîrokî de ne. Heta ku em gihîştin vê dema dîrokî di Rojhilata Navîn û cîhanê de çiqas kujer, hêzên qirêj ên ser erdê û yên di bin erdê de hene êrîşî me kirin û hîn jî dikin. Lê belê her êrîşeke ku nikaribû pişta me bişkîne em pê bi hêztir bûn. Ev êrîşên piralî em dorpêç kirine lê em serwext bûn ku tu wendakirin û êş qasî parçebûnê nikare me bipelçiqîne. Niha dem dema yekitîya jinên Kurd e. Di heman demê de jin avakirina Yekitiya Netewa Kurd a Demokratîk re bibe rêber.
Vê carê em destûrê nadin vê fersenda ku me bi hezar û yek zehmetiyan bi dest xistiye ji destê me bişemite. Îro bi felsefeya jin, jiyan, azadiyê hewce ye ku em dîroka şoreşa jinê ya neolîtîk bi destaniya rêzeçiyayên zagros-torosan bi hevalbendiya Mezopotamya û Anatolyayê welatê pênc behran re careke din bikin şoreşa serdemê. Avakarên vê destanê û hevalbendiyên jin bûn.
Em ji xwe bawer bin ji bo ku me bi piralî li ber xwe da li dijî zayendperestî, olperestî, navendperestî, nijadperestî, artêşperestî, zanistperestî, oryantalîstî û sermayedariyê. Ev heşt nêzikbûna baviksalarî hemû raman û berhemên me afirandin Ji me dizîn û kirin çekên destavêtinê li me barandin.
Jin be, Kurd be, Kurdistanî be, Asûrî, Suryanî, Mehelmî, Ermenî, Roman, Durzî, Gereçî, Laz, Çerkes, Elewî, Sunnî şoreger be demokratîk be, sosyalîst, ekolojîk, femînîst ku me ji hev cuda dike weke astengî hatin nîşandan. Lê ev hêşt îtîfakên baviksalarî erîş 20-30 qat zêde bikin. Ango her cudatiyek me kirin sedema erîşên cur be cur. Lewma em hatin merhaleya netewa demokratîk da ku cudatî bi civaka xwe re wekhev û demokratîk xwe rêxistin bikin. Di heman demê de rêxistinên hevpar bi hev re netewa demokratîk ava bikin. Bi van hest û ramanan ez beşdarvanan yek bi yek silav dikim û hembêz dikim. Jinên ku di rêya azadiya jinê de li Mezopotamya, Anatolya, li welatên pênc behran û cîhanê jiyana xwe ji dest dane silav dikim bejna xwe li ber wan ditewînim.”
NAMEYA KONGRA STAR
Piştre peyama Kongreya Star hat xwendin. Peyam bi vî rengî ye:
“Em weke rêxistina Kongra Star, ji Rojavayê Kurdistanê, kelha berxwedanê û ji qada şoreşa jinê, bi vê ruhê şoreşgerî em ji konferansa we re germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêş dikin. Silavên xwe yên germ pêşkêşî hemû delegeyên kongreyê dikin, ji we re serkeftin û pêşketinên berdewam dixwazin. Û bi vê mûnasebetê em hemû şehîdên Kurd û Kurdistan ê bi minetdarî bibîrtînin.
Em hêvîdar in ku di konfransê de wê biryarên girîng derkevin ku bibe wesîleyek ji bo lidarxistina konferansa netewî ya jinan û pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurd . Li darxistina konferansa ku ji çarçoweya rêxistinî derbas dibe di pêvajoya têkoşîna Kurdan de kêliyeke girîng îfade dike. Dengê ku ji kûrahiya vê serdemê diqelişe, destnîşan dike ku jina Kurd ti carî li kêleka dîrokê nebûye, lê bûye cewhera wê ya zindî û bingeha wê ya şoreşgerî . Konferansa we di demeke pir hestiyar de tê lidarxistin, ji ber ku gelê me yê Kurd di qonaxeke dîrokî de ye ku dudilî û paşvekişînê qatiyen tehemûl nake. Sedsala ku piştî Peymana Lozanê ya ku Kurdistan perçe kirî de guhertînên mezîn tê dîtîn.lewra, hêzên hegemonyayê careke din nexşeyên herêmê ji nû ve xêz dikin, di navbera metirsiya ji nû ve hilberandina paşerojê û derfeta ku hûn bibin hevkarek çalak di şekildana pêşerojê de, ev yek berpirsiyariyeke dîrokî dixe ser milê me tevahî jinan.
Pêvajoya heyî ne wexta hebûna sembolîk a jinê ye, lê pêwîstî bi rêbertiya rasteqîn a xwedî wêrekî, rêxistinbûn, stratejî û hevgirtin heye. Ev dikare rê li ber avakirina çarenûseke hevpar veke. Jinên Kurd ên ku li dijî faşîzm û dagirkeriyê şerê herî mezin ê hebûnê kirin û li hember terora DAÎŞ’ê sekinîn, îro ne tenê gerek di asteke fedakariyê de bimîne, lê di heman demê de di asta biryardarî pêşengtî û diyarkirina pêşerojê de wê rol bilîze , ji bo projeya yekîtiya netewî jî pêşengiyê bike. Em helwestên we yên birûmet ji bo Rojava, helwestên ku li hemberî gefan stûna bingehîn a yekîtiya Kurdan ava dike bi nirx dibînîn û destnîşan dikin ku têkoşîna Kurdan ne bi erdnîgariyê ve sînordar e, bi nirx û çarenûseke hevpar ve girêdayî ye. Hêviyên me ji vê konferansê hene, ji ber ku ew ê bibe gaveke pratîk ku ji Başûr heta Rojava û ji Bakur heta Rojhilat rê li ber konferanseke netewî ya jinên Kurdistanê veke. Ev wê parastina destkeftiyên heyî û pêşxistan wan û avakirina tifaq û hevgirtinê li hemberî hemû xeteriyên ava bike. Îro ji her demê zêdetir bang li jinên Kurd tê kirin ku bi îradeya azad û nêrîna xwe ya azad pêşengiyê bikin û vê serdema guherînê bi rê ve bibin. Ji ber ku jin destpêka veguhertinê û çirûska guherînê ye. Ji ber ku azadiya gelê ku jin tê de bêpar be, ne pêkane. Bi rastî têkoşîna jin mijteya azadî demokrasî û yêkîtîyê ye. Pêşengî û têkoşîna hevbeş a jinan dikare welat bike beheşta tevahî mafên azadî û aramî. Banga ‚aştî u civaka demokratîk‘ herî zêde wê rê û derfet bide ji bo pêşketîna azadîya jin. Lewra em jin divê bibin pêşeng û avakerê aştî û demokrasî. Em bi bedelên gelekî giran buha gîhaştin van rojan lewra divê ev konferans ji xeyalên şehîdên Kurdîstanê re bîbe bersiv. Bîrîna Kurd û Kurdistanê ya mezin perçebûna netewî bu. Lewra dermanê vê bîrîna sed salan xwe gîhandina yekîtîya neteweyî ye. Em jin bi gotin, hewildan, kar, tevger, dilsozî û wêrekiya xwe re divê bibin avakerê yekîtîya neteweyî. Bi vê em dikarin statûya jinê di vê serdêma xeternak de misoger bikin.
Em di wê baweriyê de ne ku hûnê bi vê kombûna dîrokî re ji demê re bersivekî bi hêz derînin holê. Di avakirina azadiya gelê me û misogerkirina destkeftiyên têkoşîna jin de wê konferansa we bibe helwestekî baş. Bi van hestan re dubare bi germehiya şoreşa jinê em we silav dikin û di xebata we de serfiraziyê dixwazin. Bîjî yêkitiya netewa Kurd, bîjî yêkitiya jinên Kurd, Jin jiyan azadî.”
PLATFORMA JINÊN KURD
Pişt re endama platformê Mûazzez Orhan peyama Platforma Jinên Kurd a Neteweyî xwend. Peyam bi vî rengî ye:
“Hevalên hêja, xwûşkên ezîz. Di serî de, Konferansa Yekitiya Jinên Bakurê Kurdistanê silav dikin û serkeftinê dixwazin. Ji bo hemû beşdarvanan re rêz û silavê xwe pêşkêş dikin.
Em di pêvajoyek ku pergala cîhanê tê dizayn kirin de dijîn. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de, dîzaynkirina sîstema cîhanê bi avabûna dewletên netewe li Rojhilata Navîn û parçebûna Kurdistanê bû. Piştî sedsalekê, em ketin pêvajoyek dîzaynkirinê ku di encamê de dewletên netewe hatin hilweşandin. Ya ku ev guhertin pêk anî, têkoşîna azadiyê bû ku gelê me yê sed sale di bin dagirkerî û qirkirinê de bû, li her çar parçeyan bi êşên mezin li ber xwe da. Bi dilsoziya gelê Kurd a ji bo azadiyê û têkoşîna xwe ya bê westan pergala qirker û dagirker îflas kiriye. Lê belê di vê pêvajoya dîrokî de hem xeterî û hem jî derfetên mezin ên azadiyê hene. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de jî wek gelek netewên din soza dewletbûnê ji gelê Kurd re hat dayîn û nexşe hatin xêzkirin, lê serokên gelê Kurd tenê bi herêmên xwe ve sînordar man, bi yekîtî tevnegeriyan û encam bi peymana Lozanê bû çar parçe û welat înkar kirin. Ji ber vê sedemê ji bo ku pêvajo di berjewendiya gelê me de bi serkeftî bi dawî bibe, yekane tişta pêwîst ew e ku yekîtiya neteweyî pêk were. Ger nebe gelê me tu îradeya siyasî efû nake.
Ji bo me jinên Kurd yekitiya netewî tê wateya azadî û rûmetê. Kurdistan di bin dagirkeriyê de tê wateya ku bedena jinê di bin dagirkeriyê de ye. Jinên Kurd ev sed sal in di bin kolonyalîzma hovane de dijîn, destavêtin, komkujî û revandin. Ji bo azadiya jinê şertê yekemîn rizgarbûna ji dagirkeriyê ye. Parçebûna neteweyî bingehê domandina dagirkeriyê dide û ji bo vê jî perçebûna neteweyî ji bo jinên Kurd jiyanekî bê rûmete. Yekane rêya ji holê rakirina sedemên şîdet û koletiya li ser jinan li Kurdistanê yekîtî û çalakiya hevpar a di nava yekîtiya neteweyî de ye. Di vê wateyê de yekîtiya neteweyî ji bo me jinên Kurd azadî û têkoşîna azadiyê ye.
Em hevîdarin ku li her qad û civakê de yekitî bê sazkirin; Siyasi, çandî, hunerî, şaredarî, perwerde u hikukî yekitiyan avakin. Jinên Kurd xwedî hêza avakirina welatekî yekpareye. Bi vê heviyê konferansa we pîroze, hêz da me. Serkeftin û biryarên we ji niha ve pîroz be.”
Piştî xwendina peyaman konferans dewam dike.