Çeteyên artêşa Tirk gundê Til El Ibir dan ber topan
Artêşa Tirk û çeteyên wê yên li bejahiya başûrê Cerablûsê bicih bûne, gundê Til El Ibir ê girêdayî Kantona Kobanê dan ber topan.
Artêşa Tirk û çeteyên wê yên li bejahiya başûrê Cerablûsê bicih bûne, gundê Til El Ibir ê girêdayî Kantona Kobanê dan ber topan.
Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê, çeteyên dewleta Tirk ên li gundê Qirq Mixar ê dikeve başûrê bajarê Cerablusê bicih bûne, saet di 20.00′an de bi çekên giran dest bi topbarana gundê Til El-Ibir ê 35 km dikeve rojavayê bajarê Kantona Kobanê kirin.
Topbarana li herêmê dewam dike, lê heta niha têkildarî ziyanên topbaranê agahiyên zelal nehatine bidestxistin.