Ji Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriye ji bo Mam Celal peyama sersaxiyê

Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê sersaxî ji malbata Mam Celal û YNK’ê re xwest û got: “Wê kesayet û têkoşîna wî her dem di dil û mejiyê gelan de bimîne.”

Hevserokatiya Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, bi boneya wefata Serokê YNK û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî, di serî de sersaxî ji bo malbat, YNK’ê û gelê Kurd xwest.

Di peyamê de ev tişt hate gotin:

“Bi xemgînî îro me agahiya wefata Serkertêrê YNK û kesayeta têkoşer û mezin Celal Talebanî bihîst. Celal Talebanî jiyana xwe tevahî xiste xizmeta doza gelê xwe û ji bo wê têkoşîneke mezin da meşandin, ji ber vê yekê jî li gel tevahî gelê Iraqê cihê hezkirin û rêzdariyê bû. Wê dîrok helwestên wî yên erênî û piştgiriya wî bi tevgerên Kurdî re û tevahî tevgerên rizgarkiriya demokratîk li cîhanê, binivîsine. Her wiha Mam Celal ji kesayetên destpêkê ku piştgirî dan avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê.

Li hemberî vê windahiyê tenê em dikarin bi dilgermî sersaxiyê ji hemû xizm û endamên malbata wî û rêhevalên têkoşînê re dixwazin. Kesayetên weke wî û xebatên wî wê her tim di mijiyê gelan de mayînde bimînin û wê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de were nivîsandin.”