Li Reqayê 'serdema lehengiyê' hê neqediya ye

Brûsk dibêje, "Li Reqayê xwîna gelek mirovên bê guneh rijiya û ev 4 meh in bi xwîna lehengan tê avdan. Ez ji Minbicê me lê êdî parçeyekî min li Reqayê ye. Li çar hêlên vî welatî me parçeyekî xwe hişt, êdî bi xwînê em bi vî welatî ve hatin girêdan."

Li Reqayê pêngava dawî ber bi serfiraziyê ve diçe. DAIŞ a ku tengav bûye weke her carê sivîlan ji xwe re dike hedef. Şervanên QSD’ê yên li Reqayê van êrîşan bi rengekî fedayî dişkînin û hem jî parçeyek ji dilê xwe li vê xakê dihêlin. Her wiha welatekî ku bi can û dil pê ve girêdayî de di dilê xwe diçênin.

Em di civat û rûyê komek şervanan de ku li Reqa Semra û Mişlibê bersiv didine çeteyên DAIŞ’ê û vedigerin, vî welatê ku bi can û dil pê ve ne dibînin.

DAIŞ A KU DAWÎ LÊ TÊ ÊRÎŞÊ DIBE SER SIVÎLAN

Pêngava rizgarkirina Reqayê ber bi dawî ve diçe. 80 ji 100’î yê Reqayê ketiye destê şervanên QSD’ê. DAIŞ li navenda bajêr ketiye çiqûberê û nema dikare xwe tev bide. Çeteyên DAIŞ’ê hêviya xwe bi çalakiyên xwekuj ve girêdane lê şervan van çalakiyan jî pûç dike.

Çeteyên DAIŞ’ê dizanin ku li wan bûye esra teng. Çete ji bo ku hinekî dî temenê xwe dirêjtir dikin qadên ku sivîl lê ne bi kar tînin, dikevin nav wan û hewl didin êrîş bi ser şervanên QSD’ê de bînin. Çeteyên ku beriya bi heftiyekê êrîş bi ser taxên Semra û Mişlibê yên Reqayê de anîn, dest li ser wesayitên sivîlan danîne û hin sivîl kuştine. Çeteyên ku li rasta berxwedana mezin a şervanan hatin tertûbelav bûne.

SERFIRAZÎ, ÊŞ Û HÊRS DI NAV HEV DE

Piştî 3 rojan dema ku şervan ji şer vegeriyan li ser rûyê wan serfirazî, hêrs û êş heye. Şervan bi serfirazî vedigerin, li her devera ku erîş bi ser DAIŞ’ê de dibin derbeke giran li wan dixin. Lê şehîdên wna çêdibin û fersend namîna ku êşa hevalên xwe yên şehîd bijîn, ji bo vê hîsên êşê tên li ser rûye wan dihêwirin.

Her wiha pir dîtine ku DAIŞ sivîlan dike hedef û ev pir hêrsa wan radike. Bêexlaqiya DAIŞ’ê pir baş dizanin lê nikarin vê bi xwe bidin qebûlkirin.

Em jî tevlî civata şervanên Kurd, Ereb û Tirkmen a li ber xaniyên kavil dibin. Behsa şerê 3 rojan dikin. Di cıvata wan de tiştek bala mirov dikişîne. Kesek behsa xwe û şerê xwe nake. Tim behsê dikin bê ka hevalên wan çawa şer kirine, çawa êrîş birine, çawa çete zevt kirine. Û dema ku behsa hevalên xwe yên şehîd ikin li ser rûyê wan tim xemgîniyeke bi şanazî heye.

'LI HER DEVERÊ ME PARÇEYEK JI DILÊ XWE DANÎN'

Şervanekî ciwan ê bi navê Brûsk keleşa li dest hêdîka radike û şanî hevalê xwe dide. Dibêje, "Ev çeka hevalê min ê zaroktiyê Şervan e, 3 rojan bê navber şer kir û ji bo ku hevalekî birîndar rizgar bike şehîd bû. Min çeka wî rakir." Brûsk hevalê xwe yê zaroktiyê veşartiye lê dema wî çênebûye ku şîna wî bigire. Dema ku diaxive çavê wî bi şanazî û bi êşa ku veşartî weke perengan diçirisin.

Brûsk bi domdarî dibêje, "Li Reqa xwîna gelek mirovên bê guneh herikî, ev 4 meh in jî bi xwîna lehangan tê avdan. Ez ji Minbicê me lê êdî parçeyekî min ji Reqayê ye. Me li her devera vî welatî parçeyek ji dilê xwe hişt, êdî em bi xwînê bi vî welatî ve hatine girêdan."

BER BI ROJÊ VE..

Brûsk bi van gotinên xwe wek ku ji hîsên hemû hevalên xwe re dibe ziman. Heval jî bi zimanekî nerm dubar dikin: Belê, teqez e ku em can û dil û xwînê girêdayî van xakan in.

Ne pêkan e ku mirov li vê civatê guhdar bike û dilzîz nebe. Lehengiyên ku ji destpêka operasyona Reqayê ve me şahidî li wan kirî bi bîra mirov tê..Dibêjim, "ên ku bûne navê dilsoziya bi van xakan re divê neyên jibîrkirin, divê em wan nedin jibîrkirin."

Bi dîmenên ku di bîra min de bi van gotinên ku xîtabî dilê min dikin vediqetim ji cem şervanan. Gotinên Brûks ji hîsên şervanên dî re dibine bersiv her wiha di bîra min de jî dibe katalîzor. Şerê li van xakan, êş, jinên ku hatine kolekirin yek bi yek têne bîra min û dibêjim, "serdema lehengiyê hê neqediyaye."

Em wan bi civatan wan re dihêlin û vediqetin ji cem wan. Dema ku em dimeşin li Reqa, Sermayê roj diçe ava. Em şervanên ku li kolanan xwe diseyirînin dibînini. Ber bi rojê ve diçin. Yek jê wek ku bi rojê re bûbû yek..