Di pêngava Bagera Cizîrê de şervanên QSD'ê her bi pêş ve diçin

Di pêngava Bagera Cizîrê de, şervanên QSD'ê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya bi wesayita bombebarkirî şikandin. Şervan li bejahiya Dêra Zorê her bi pêş ve diçin.

Pêngava Bagera Cizîrê, di roja 26'an de ye. Li aliyê Mergehdayê, çeteyên DAIŞ'ê bi wesayiteke bombebarkirî êrîş gundê Ciwêfê kirin. Şervanan bersiv dan êrîşê û şer derket. Di encamê de çete ji herêmê reviyan û şerê li vir sekinî. Li baskê Mergehdayê şervanên QSD'ê her bi pêş ve diçin.

Li baskê Cezratê jî, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li aliyê gundê Kesra bi pêş ve diçin. Li vê herêmê, termên 2 çeteyan hatin dîtin. Her wiha 3 kleş, 2 rextên çeteyan ketin destê şervanan.

Li baskê Siwerê jî şervanên QSD'ê li aliyê sînorê Iraqê bi pêş ve diçin.