Cenazeyên 4 şehîdên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatin veşartin
Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana şehîdan a Minbicê bi merasîmekê veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana şehîdan a Minbicê bi merasîmekê veşartin.
Welatiyên Minbicê cenazeyên Hesen Ebû El-Xêra (Îbrahîm Sincar), Mehmûd El-Hezwerî (Ebû Ebdo), Izedîn Eswed (Ebû Mihemed) û Îsa El-Îsa ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, ji nexweşxaneya Firat wergirtin û bi karwanekî ku bi dehan wesayîtan pêk dihat, berê xwe dane Goristana şehîdan.
Hevrserokên Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Farûq Maşî û Nezîfe Xilo, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil û endamên saziyên civaka sivîl, tevlî merasîma veşartina cenazeyên şehîdan bûn.
Li goristanê merasîm bi rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Pîştre jî Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ibrahîm El-Xelîf axivî û got ku şehîdan giyanê xwe dan, da ku gel bi azadî û bi rûmet bijîn.
Fermandarê Giştî ya Tabûrên Şemis El-Şîmal Îbrahîm Hemdan axivî û got: “Şehîd fermandarên me ne û di oxira azad û rûmeta gelan de, şehîd bûn. Em careke din soz didin ku têkoşîna xwe dewam bikin da ku em axa tevahî Bakurê Sûriyê ji terorê paqij bikin.”
Farûq Maşî jî axivî û got ku bila cîhan hemû bizanibe ku lehengên Minbicê cihê xwe di nava hêzên terorê têk dibin de digrin û ji bo azadî û rûmetê canê xwe didin.
Piştî axaftinan, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatîme Diba nasnameya şehîdan xwend û radestê malbatên wan kir.
Di dawiya merasîmê de, cenazeyên 4 şehîdan bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re, hatin veşartin.