Ji bo Fîraz Dag û 3 şehîdên azadiyê merasîmek heybet

Ji bo Endamê Raghandina YPG`ê Fîraz Dag û 3`ê şervanên azadiyê yên Pêngava Rizgarkirina Reqa û Dêra Zorê şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik merasîma bi heybet hate lidarxistin.

Bi hezaran welatiyên herêma Dêrikê cezaneyên Endamê Raghandina YPG`ê Mehmet Aksoy (Fîraz Dag) ê ku di şopandina Pêngava Rizgarkirina Reqayê û cenazeyên şervanên YPG`ê Îbrahîm Akîl (Egîd Cûdî), Devran Biler (Dilgeş Zana) û Qayîm Hesen (Şiyar Til Koçer) ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê û Reqayê de şehîd bibûn, ji nexweşxaneya Dêrikê wergiritn û bi karwanekî ji sedan wesayîtan pêk dihat, berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Darbesta Fîraz Dag li ser daxwazî wî bi ala PKK`ê û darbesta 3 şehîdên din jî bi ala YPG û gulan, hatibûn xemlandin. Li ser rêya goristanê, gelê Êzidî yên di Kampa Newroz de derketin ser rê û bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re karwanê şehîdan pêşwaz kirin.

 Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê ve hate lidarxistin destpê kir. Piştre, ji fermandarên YPG`ê Mihedîn Xeyrîkî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Şoreşa Rojava û bi derbasbûna nava Bakurê Sûriyê, hişt ku bi hezaran ciwanên ji herêmê tevlî şoreşê bibin û parastina gelên bindest bikin. Her wiha ji ber rêgezên şoreş û şervanên YPG û YPJ`ê, bi sedan ciwan ji dewletên Ewropa tevlî şoreşê bûn û bedel di oxira vê şoreşa mirovahiyê de dan. Em careke din soza xwe îro li vir nû dikin û em ê têkoşîna wan ta azadkirina tevahiya gelên bindest dewam bikin.”

Pişter jî Hevseroka Meclîsa Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif axivî û bal kişand ser têkoşîna têkoşer Fîraz Dag û got: “Armanca Fîraz ne tenê parastina şoreş û gelan bûn, di heman demê de armanca xwe gihandina rastiya şoreşê ji tevahî cîhanê re bû. Bi giyanê xwe yê xweşik û bi moraleke bilind jiyana xwe diyarî şoreşa Bakurê Sûriyeyê kir û bi kamîre û nivîsa xwe rastiya şoreşê gihand tevahî cîhanê. Her dawî jî di oxira vê yekê de şehîd bû.”

Her wiha di merasîmê de li ser navê Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê Zana Cûdî jî axivî û wiha got: “Hevreyê me Fîraz nûmûneya fedekarî bû û ji me re jiyaneke nû û azad û bi rûmet li ser axa Bakurê Sûriyê afirand. Soz didin ku em ê rêya Fîraz bişopînin û çek, kamîre û pênûsa wî li erdê nahêlin”.

Ji aliyê Rêbeberên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Dêrikê Hesen Ebîd nasnameya şehîdan xwend û radestî hevreyên şehîdan kir.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyên 3`ê şehîdên YPG`ê bi dirûşim û tilîliyên dayikan ve hatin veşartin.

Cenazeyê şehîd Fîraz Dag jî careke din ji bo nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê hate veghustin da ku di ji bo cihê lê malbata wî lê dijîn bişînin. Tê payîn ku rojên pêş cenazeyê şehîd Firaz Dag di deriyê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bike û ji wir jî derbasî welatê ku malbata wî lê dijî bibe û wê li wir bi merasîmekê bê definkirin.