Şer li navenda Reqayê dijwar e: 27 çete hatin kuştin
Li navenda bajarê Reqayê şer bi dijwarî diqewimin. Di şer de hata niha 27 çete hatin kuştin, şervan pêşve diçin.
Li navenda bajarê Reqayê şer bi dijwarî diqewimin. Di şer de hata niha 27 çete hatin kuştin, şervan pêşve diçin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi hemû leza xwe didome. Li navenda bajarê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar diqewimin. Şer bi dijwarî li taxa Firdews, derdora nexweşxaneya Wetenî, stasyona trênê û derdora qada gogê dewam dike. Şervanên QSD’ê li van deveran derbên giran li çeteyan dixin.
QSD’ê li taxa Firdews bi pêşve çû û 4 nuqteyên din ji çeteyan rizgar kirin. Her wiha şervanan li vê taxê dest danîn ser depoyeke cebilxaneyê ya çeteyan.
Di şerê dewam dike de heta niha 27 çete hatin kuştin.
6 şervanên QSD`ê piştî berxwedaniyeke bêhemba gihîştin şehdadetê.