Pêngava Reqayê: 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
Li Reqayê di şer de yê ku duh heta sibehê domiya 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, cenazeyê 5 çeteyan ket destê şervanan.
Li Reqayê di şer de yê ku duh heta sibehê domiya 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, cenazeyê 5 çeteyan ket destê şervanan.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê didome. Duh şev li taxa Nehdayê ya ku li rojavayê Reqayê ye û li taxa Kurdan a li bakurê Reqayê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî giran çêbû. Di şerê li van taxan de 13 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, cenazeyê 5 çeteyan jî ket destê şervanan.
Di heman demê de şervanan li taxa Nehdayê 117 laserk desteser kirin.
Komeke çete ya ku dixwestin têkevin gundê Semra ya Reqayê ya ku li rojhilatê bajêr e jî hatin kuştin.