Bûyerên li Îdlibê diqewimin wê di nava çend rojan de zelal bibin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger Haci Ehmed ê ku qadê baş nas dike û ji nêz ve dişopîne rewş û pêşketinên dawîn ên li Îdlîbê ji ajansa me re nirxand.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger Haci Ehmed ê ku qadê baş nas dike û ji nêz ve dişopîne rewş û pêşketinên dawîn ên li Îdlîbê ji ajansa me re nirxand.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger Haci Ehmed bal kişand ser hevdîtina Pûtîn a çend roj berê li Enqereyê bi Erdogan re kiribû û diyar kir ku hevdîtin ji bo pêşveçûnên li Îdlîbê ye û di nava çend rojan de dibe ku li Îdlîbê hin tişt pêk werin.
Ji ber ku operasyona rizgarkirina Reqayê ber bi dawiyê ve diçe, li Îdlîbê ya ku Tirkiye, Îran û Rûsyayê bi peymana Astanayê ew xistin rojeva xwe, çi diqewime?
Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger Haci Ehmed ê ku qadê baş nas dike û ji nêz ve dişopîne rewş û pêşketinên dawîn ên li Îdlîbê ji ajansa me re nirxand.
'DEWLETA TIRK WÊ BI AWAYEKÎ TÊKEVE ÎDLÎBÊ'
Ehmed diyar kir ku di hevdîtinên Astana6’ê de wateya ku Rûsya, Îran û Tirkiyeyê xwestin hêzên çavdêr bişînin Îdlîbê ev e ku, dixwazin Îdlîbê bikin 2,3 parçe. Ehmed destnîşan kir ku ji ber ku Cephet El Nusra ji nû ve êrîşî Hamayê kir û rejîmê gelek windahî dabû, ev tişt heta niha nehatibû kirin.
Ehmed bal kişand ser hevdîtina Pûtîn a çend roj berê li Enqereyê bi Erdogan re kiribû û diyar kir ku hevdîtin ji bo pêşveçûnên li Îdlîbê ye û di nava çend rojan de dibe ku li Îdlîbê hin tişt pêk werin.
Ehmed bal kişand ser hin nûçeyên ku tê gotin Tirkiye ketiye Îdlîbê jî got ku, “Heke Rûsyayê gotibe ‘Tirkiye ketiyê’ wateya wê ev e ku, Tirkiye neketiye lê wê têkevinê. Tirkiye wê têkeve Îdlîbê. Gelo wê wekî hêza leşkerî ya Tirkiyeyê yan jî bi komên din re têkevê hê ne diyar e. Tirkiye dibe ku bi vî awayî têkeve çend cihan. Cihên wekî Sarkîm û Harîmê heye, dibe ku têkevin wê derê. Li aliyê Hamayê hin cih hene, Tirk wan deran jî dixwazin. Nikarin li hemberî Cephet El Nûsrayê şer bikin lê dixwazin hin cihan ji wan bistînin. Balefirên bomberdûmanê yên stratejîk hene, Rûsyayê cara pêşîn li Sûriyeyê ev bi kar anîn. Bi sedan bomberdûman hate kirin. Bi sedan mirov mirin, bi hezaran kes birîndar bûn.
Tirkan jî hemû deriyên Îdlîbê girtin. Komên di bin kontrola Tirkiyeyê jî tevgereke şerê taybet dan destpêkirin. Li dijî Cephet El Nûsrayê rêxistina gel dan destpêkirin, ev tişt zora wan dibe.”
Haci Ehmed diyar kir ku Heyet Tahrîr El Şam piçekî li ber xwe dide lê dibe ku hin tawîzan bide û got, “Tirkiyeyê derî girtin, Rûsyayê jî lê dan. Ji Nûsrayê dibêjin yan tu yê hinek cihan bide, yan jî tu yê têkevî şer. Niha gel nikarin pêdiviyên sereke temîn bike. Nûsra ketiye fikareke wisa ku, dibe ku di dahatûyê de êrîşên kûrtir hebin.
Lê heke ji derve tiştek nebe, wê Tirkiye û Rûsya têkevin Îdlibê. Lê ew ê ku deran bigirin û di kîjan çarçoveyê de be, em ê vî tiştî di pratîkê de bibînin. Ev çavdêriyên me ne, mirov baş nikare têbigiheje lê dibe ku li ser hin tiştan li hev bikin.”