Li Reqayê li derdorî standê şerê dijwar diqewimin
Li Reqayê li derdorî standa Reş di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar diqewimin.
Li Reqayê li derdorî standa Reş di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar diqewimin.
Îro di saetên piştî nîvro de li derdora Stada Reş a dikeve navenda bajarê Reqayê di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê re şerekî dijwar rû da. Çeteyên ku paşve reviyan derbasî konana Fîrdews bûn û deriyê standê kom bûn.
Çeteyan li wir nuqteyeke parastinê danîn, mayîn li derî bi cih kirin. Şervanên QSD′ê jî hewl didin çeteyan ji stadê derxin û balafirên koalisyona navneteweyî jî derdora stadê bombebaran dike.
Di aliyê stratejî de stand xwedî nuqteyek girîng e. Standa ku çete ji bo bikaribin bi rehet tevger bikin ji bo xwe weke navend bikar danî.
Şerê li herêmê dewam dike.