Bagera Cizîrê: Gundek hate rizgarkirin, 30 çete hatin kuştin
Di Pêngava Bagera Cizîrê de gundê Lice ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate irzgarkirin. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, di vî şerî de herî kêm 30 çete hatin kuştin.
Di Pêngava Bagera Cizîrê de gundê Lice ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate irzgarkirin. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, di vî şerî de herî kêm 30 çete hatin kuştin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên ji aliyê Cezrat ê li bakurê Dêra Zorê ketin nava liv û tevgerê, gundê Liceyê rizgar kirin.
Di vî şerî de, ku ji duh ve diqewimî herî kêm 30 çete hatin kuştin.
Şervanên QSD'ê ji başûrê bajarokê Siwerê, ji baskên Mergede û Cezratê her bi pêş ve diçin.