Encamnameya Komxebata KNK-Rojava hate eşkerekirin

Encamnameya Komxebata Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Rojava hate eşkerekirin.

Encamnameya Komxebata Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Rojava ku li Rimêlanê destpê kir û 2 rojan dewam kir, hate eşkerekirin.

Encamname ku bi daxuyaniyeke nivîskî hate eşkerekirin wiha ye:

“Şêwira Yektiya Neteweyî ya Kurdistanê ku di navbera 15 û 16‘ê Tîrmeha 2017‘ an li Silemaniyê pêk hatibû, biryar li ser darxistina Şêwrên beşên Kurdistanê girtîbû. Di çerçoveya wê biryarê de li Rojavayê Kurdistan di navbera 1 û 2‘ê Cotmeha 2017‘an li bajarokê Rimêlan Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistan bi beşdarbûyîna qasî 200 delegêyan pêk hat. Di Şêwirê de nûnerên hemû rexistinên sivîl ji herêma Cizîr, Kobanê, Efrîn, Şêxmeqsûda Helebê, Şam û nûnerên 25 partiyên siyasî amade bûn. Hemû aliyên siyasî ji bo Şêwrê hatibûn vexwendin. Beşdariya jin û ciwanan di asteke pêş de bû.

Beşdarvanên Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê bi yek dengî bal kişandin li ser derfetên zêrîn û dîrokî yên ku îro ji bo gelê Kurd derketinê holê. Têkoşîna gelê Kurd û Kurdistanê li hember dewletên dagirker û metînger îro gihiştiye qonaxeke encam girtinê. Edî mecal ji bo Kurdan çebûye ku li aliyekî statûya nasname xwe di asta cîhanê de bi dest bixin, li aliyê din jî bi pêşxistina sîstemên demokratîk pêşengtiyê ji bo rizgariya tevahî gelê Sûriyê jî bikin. Projeya jiyana hevbeş û demokratîk a Kurd û Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê ji bo tevahiya Sûriyê îro bûye modeleke nûjên. Ev pêşketin Kurd di asta cîhanê de kirine mînaka pêşeng a demokrasiyê.

Gelê Kurd li gel hemû pêkhateyên li Bakurê Sûriyê di hilbijartinên Komînan ên ku di 22’ê Îlona 2017’ an de bi beşdariyeke pileya bilind pêkhatiye, sîstema federalîzma demokratîk erê kirine. Xeyala jiyanek demokratîk û azad li Rojavayê Kurdistanê edî ji xewnê derketiye û bûye rastiya jiyanê. Hemû beşdarvanên Şêwirê, hezên parastinê YPG, YPJ û QSD weke garantorên wan serkeftinan silav kirine û mineta xwe ji bo şehîdên şoreşa Rojava anîne ziman.

Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê, hemû gerîla û pêşmergeyên Kurdistanê silav kirine û ew weke hebûna nirxî yên Kurdistanî binav kirine.

Şêwira Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê destkeftiyên projeya netewa demokratîk a ku îro li Rojava û tevahiya Bakurê Sûriye pêk hatiye weke avahîsaz(mîmar) Birê Abdullah Ocalan hatiye dîtin. Lewma spasî û minet ji bo Reberê Netewa Demokratîk Birêz Abdullah Ocalan hatiye kirin.

Hemû aliyên siyasî û civakî yên Şêwira Yekîtiya Netweyî ya Rojavayê Kurdistanê bi yek dengî daxwaza azadiya Rebêre Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan kirine. Beşdarvanên şêwirê, sîstema êşkenceya Îmraliyê weke êrîşek li dijî netewa Kurd bi dest girtine û bang li dewleta Tirk kirin ku; dest ji wê dijmanitiyê berde û pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bike. Her wiha şêwrê; daxwaza azadkirina hemû girtiyên siyasî yên di zindanên Tirkiyê de ne kir. Di şêwirê de berxwedana gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê hate silavkirin û piştgirî hate teqezkirin. Pêşxistina têkoşîna li hemberî qirkirina çandî, siyasî û dîrokî ya ku li ser Bakûrê Kurdistanê ku ji aliye dewleta Tirk ve tê meşandin, weke erkekî neteweyî û siyasî hatiye pejirandin.

Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê, rewşa gelê me yê Rojhilatê Kurdistan jî guftûgo kir û piştgiriya xwe ji bo daxwaza wan a azadî û demokrasiyê aniye ziman. Her wiha; êrîşên rejîma Îranê ku weke siyaseta darvekirin, koçberkirin, pelçiqandin, asîmîlasyon a li dijî gelê me tê meşandin, bi tundî şermezar kir û ji dewleta Îranê daxwaz kir ku, dest ji dijminahiya gelê Kurd berde. Şêwirê banga dewleta Îranê kir da ku bi rêz û hurmet nêzî daxwazên rewa yên mafê çarenûsî bibe.

Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê di guftûgo û nîqaşên xwe de jin û ciwan di şoreşa Rojava de weke hêzekê pêşeng destnîşan kirine û beşdariya wan her du hêzên sereke yên cîvakî û siyasî, di nîqaş û guftûgoyên yekîtiya neteweyî de weke pêwîstiyekî grîng digire dest.

Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê balê dikişîne li ser pêvajoya piştî rizgarkirina Reqa û Dêra Zorê. Ji ber ku ew wê bibe despêka qonaxake nû ya destnîşankirina çareseriya siyasî ya Sûriye. Ji ber wê çendê bang li hemû hêzên Kurdistanî tê kirin ku di qonaxa dîrokî de bi danûstandin û pêkanên xwe de helwesteke yekîtiya neteweyî bin piştgrî bidin projeya Sûriya demokratîk.

Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê rêveberiya xweser û sîstema demokratîk a ku Rojavayê Kurdistan hatiye avakirin, weke deskeftiyekî neteweyî û li ser berjewendiya tevahiya partiyan dibîne û di wê çerçoveyê de bang dike ku li hemberî zagon û peyamana civakî ya wê pergalê rêz were girtin.

Beşdarvanên Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê ji bo ku pêşeroja azad û demokratîk li tevahiya Kurdistanê mîsoger bibe, balê dikişînin li ser pewîstiya yekîtiya neteweyî ya di nava mala Kurd de. Her çi qas hinek aliyên siyasî di şoreşa Rojava de cih xwe negirtibin jî, lê ev şoreş dîsa bi karekterekî neteweyî hatiye pêşxistin.

Her wiha tifaqiya neteweyî û demokratîk a Rojavayê Kurdistanê wê di heman demê de hezê bide îtifaqa gelan û jiyana hevbeş a hemû gelên Sûriyê.

Şêwra Rojavayê Kurdistan bang li hemû rexistin, sazî û partiyên siyasî dike ku cihê xwe di nava pêşxistina xebatên avakirina sîstema federalîzma demokratîk a Bakûrê Sûriyê de bigrin.

Rexneyên tund li ser siyasete Kurd ya ezezîtî, parçeyetî (parçe perest) û ya ku desthildariya xwe ferz dike hatin ziman. Pewîstiya feresata demokratîk di nava partiyên Kurdî de weke mijara sereke hate nirxandin. Di destnîşakirina sedemên pirsgerika stratejiya siyaseta yekîtiya neteweyî de, feraseta parçabûyîn weke astengiyekî hate ziman. Helwesta partiyên ku berjewendiyên xwe yên hîzbî li ser berjewendiya neteweyî de digrin bi tundî hate rexnekirin û bang li wan partiyan hate kirin ku dest ji wê siyasete berdin. Di heman wextî de yek jî sedema lewazbûna siyasete yekîtiya neteweyî pirsgirêka maslahtparaezî partiyan hate destnîşan kirin.

Her wiha rexne û peşniyar hatin kirin da ku hinek partiyên Kurd ên Rojava, di nava îtifaqên ku dijîtiya Kurd dikin de cih negirin. Di wê derbarê de bang ji bo partiyên ku di nava îtlafê de cîh digrin, ji wan re hate daxwaz kirin ku pêşiya siyaseta şovenî û dijî Kurd ya ku hinek aliyên desthiladar ên Ereb pêk tînin were sekinandin.

Yek jî mijarên ku Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê girte dest referandûma Başûrê Kurdistanê bû. Hemû beşdarvanan bi yekdengî daxwaza azadiyê û mafê diyarkirina çarenûsê yê gelê me yê Başûrê Kurdistanê weke mafekî xwezayî destnîşankirin û piştgiriya xwe ragihandin. Lê belê, li aliyekî din jî siyaseta desthilatdariya Başûrê Kurdistanê jî ji ber sedema siyaseta wan a teng û parçeperestî rexne kirin. Siyaseta desthilatdar a Başûre Kurdistanê ne tenê ji bo Başûr, di heman demê de ji bo Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî weke xeteriyeke mezin hatiye desnîşankirin. Divê ku di bîryarek wisa de siyaseta desthilatdar a Başûrê Kurdistan li gel hemû aliyên siyasî yên Kurd re bişêwriya û piştgiriya wan garantî bikira.

Şêwra me seknên ku ferq û cudahiyê dixin navbera parçeyên Kurdistanê weke berdewamiya fikir û polîtîkayên dewletên dagirker digire dest û seknên wisa bi tundî şermezar dike.

Beşdarvanên Şêwra Rojavayê Kurdistanê balkişindan li ser xeteriya îtifaqa dijî Kurd a di navbera dewleta Tirk, Îran, Sûriyê û Iraqê. Dewleta faşîst a Tirkiyê, îro dîsa serkeşiya îtifaqa dijî Kurd dike. Piştî referanduma Başûre Kurdistanê dewleta Tirk îro ketiye nava liv û tevgerê da ku Herêma Kurdistan deskeftiyek Kurd û Kurdistan têk bibe. Dewleta Tirk, sala 2012’an bi hemû şêwazan li dijî şoreşa Rojavayê Kurdistanê şerekî dijwar meşand. Lê belê, li ber siyaseta aqilanê li Rojava ti encam negirt. Mixabin îro ev dewlet weke gef û xeteriyeke mezin, xwe li ser Başûrê Kurdistanê ferz dike. Dewleta Tirk bi pêşxistina îtifaqa dijî Kurd, dixwaze diyaloqa navbera Kurd û Ereban jî têk bibe. Hikumeta navendî ya Irakê li dijî Kurdan sor dike. Rejîma Îranê jî, li dijî gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê teşwîqî êrîş û şer dike. Ev rastiya dewleta faşîst a Tirk, Kurdan neçarî(mecbûrî)parastina neteweyî dike.

Rastiya siyaseta herêmî û navdewletî ya ku piştî referandûma Başûre Kurdistanê derketiye holê, edî kongra neteweyî ferz dike. Her wiha mîsogerkirina serkeftina Rojavayê Kurdistan jî kongreya neteweyî weke pêwîstiyekî dike rojeva siyaseta Kurd.

Dewleta Tirk a antî Kurd/dijî Kurd li Bakurê Kurdistan bi berxwdanek mezin ya gerîlayên HPG/YJA Star’ê re rû bi rû ye. Her wiha şêwra Rojava, piştgiriya gelê me yê bakûrê Kurdistanê ku di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistan de heya îro xwedî li şoreşê derketiye û parastiye dike û piştgiriya bakûrê Kurdistanê weke erkekî welatparêzî dubarê destnîşan dike.

Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê di nîqaş û guftûgoyên xwe de gelek pêşniyar û proje ji bo kar û xebatên KNK’ê jî peşniyar kirin. Ji KNK’ê re daxwaz hatiye kirin da ku ji bo derbaskirina pirsgeriken navxweyî û avakirina saziyên neteweyî û ji bo mijarên taybet ên neteweyî alîkar be.

Şêwra Neteweyî ya Rojvayê Kurdistan sekna gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistan û derveye welat ku di nava agirê şere Rojhilata Navîn de weke seknekî berxwedêr û netewî rista xwe dilîze bi rêzdarî silav dike.

Di encama hemû axaftinan de Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê gihîştiye wan encaman:

1.Avakirina komîsyonên rûspî û kesayetiyên rewşenbîr ji bo çareserkirina nakokiyên siyasî di navbera partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistan.

2.Mezinkirina hêzên parastina gel li dijî hemû xeteriyên li ser destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê.

3.Pêşxistina kar û projeyên taybet ji bo vegera Kurdên Rojava yên ku koçber bûne.

4.Avakirina platformên bê alî ji bo rexne û giliyên di navbera hezên Kurd de.

5.Weke armanceke grîng pêşxistina sîstema hevserokatî di nava partî û rêxistinan de.

6.Amadekirina peymana jinên Kurd ji bo yekîtiya neteweyî.

7.Di nava civakê de rojevkirina pewîstiya yekîtiya neteweyî û di nava gelê Kurd de ji bo wê darxistina panel, civîn û semîneran.

8.Pêşxistina çalakiyan ji bo azadiya Rebêre Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

9.Ji bo pêşîgirtina bişaftin/asîmîlasyonê li ser Kurdan bi taybet li Şam, Haleb û heremên derveye sîstema federalîzma demokratîk ya Sûriyê, pêşxistina ziman û çanda Kurdî.

10.Destgirtin, xwedîderketin û pêşxistina zimanê Kurdi di asteya herî bilind wek erkekî welatparezî û niştimanperwerî.

11.Ji bo çarseriya tevahiya pirsgerikan pêşxistina nêzikbûnên zanistî.

12.Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrîn û Şehba bi tundî şermezar dike û wan êrîşan weke xeta sor a li dijî nirxên neteweyî bi dest digre

13.Di nava nîqaşên siyaseta yekîtiya neteweyî de weke mijareke pîvanî/prensîb destgirtina pirsgirêka azadiya jinê.”