BI DÎMEN

‘Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wê tevkariyê li aştiya civakî bike’

Hevseroka Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm-Sen a Amedê Duygu Ozbay bal kişand ser zextên li ser Kurdî û got, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wê tevkariyê li aştiya civakî bike.

DUYGU OZBAY

Piştî banga Rêber Apo ya “Aştî û Civaka Demokratîk” û biryara PKK’ê ya “xwe fesixkirinê”, ji bo çareseriyeke pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna welêt deriye demek nû hate vekirin. Li cihê ku çareserî û aştî lê tê nîqaşkirin, yek ji daxwazên derdikevin pêş jî perwerdeya bi zimanê dayikê ye.

Hevseroka Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm-Sen a Amedê Duygu Ozbay têkildarî daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê, ji ANF’ê re nirxandin kir.

Ozbay diyar kir ku li Rojhilata Navîn di bin sîstema netew-dewletê ya navenda Ewropayê de, ev 200 sal in texrîbateke pir mezin diqewime û got, “Ji ber ku sîstema netew dewletê, ne sîstemeke li gorî diyalektîka dîrokî ya Rojhilata Navîn e. Gel li ber xwe didin û qadên xwe yên jiyanê ava dikin, ev yek nîşan dide ku feraseta netew dewletê ya Ewropayê qebûl nakin.”

Duygu Ozbay diyar kir ku li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’yemîn her ku diçe tund dibe û pêvajoya heyî wisa bilêv kir: “Em dizanin projeyên hêzên hegemonîk hene ku Rojhilata Navîn jinûve dizayn bikin. Lewma gelên niha li Fîlîstîn, Lubnan, Sûriye û Îranê dijîn, di bin xeteriyên pir mezin de ne. Em pir baş dizanin ku ev ne şerê gelan e. Em dixwazin li Tirkiyeyê demildest têkildarî pêvajoya aştiyê gavên şênber bên avêtin û bi van gavên şênber re, ji bo aştiya mayînde demildest xebat bên meşandin. Pêvajoyeke aştiyê heye, lê îro divê her du alî jî gav bavêjin.

Aliyek gav diavêje, ji bo aştiyê israr dike aliyê din hîna gavek naavêje, daxuyanî nade. Îro em dizanin ku di bingehê gelek guhertinan de, guhertinên zagona bingehîn hene. Îro divê çêkerên ku tundiyê çêdikin, qadên civakî di reformê re derbas bibin. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, mafekî pir girîng e. Hem ji bo pêvajoya aştiyê bibe aştiyeke mayînde, hem jî ji bo başkirina civakî amûrek e. Divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, were naskirin. Em ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn vê yekê dixwazin.”

Duygu Ozbay ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê, bal kişand ser mînakên cîhanê û destnîşan kir ku guhertinên qanûnî yên têkildarî perwerdeya bi zimanê dayikê, wê tevkariyê li aştiya civakî bike. Duygu Ozbay axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em di pêvajoya aştiyê de ne. Dewlet divê demildest polîtîkayên welê bimeşîne ku nîşan bide samîmî ye. Avakirina mufredatek wekhevîparêz, zehmet nîne. Divê gavên şênber demildest bên avêtin. Daxwaza gelê Kurd jî ev e. Îro eger pirsgirêka Kurd were çareserkirin, wê pirsgirêka gelan jî were çareserkirin.”