Cenazeyê şervanê YPG’ê Mûstefa hate veşartin
Gelê navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo ya Herêma Cizirê cenazeyê şervanê YPG’ê Mûstefa Tirbespiyê bi merasîmekê li Goristan Şehîd Dilşêr veşart.
Gelê navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo ya Herêma Cizirê cenazeyê şervanê YPG’ê Mûstefa Tirbespiyê bi merasîmekê li Goristan Şehîd Dilşêr veşart.
Cenazeyê şervanê YPG`ê Cemîl Şêx Hindî (Mûstefa Tirbespiyê) ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêra Zorê şehîd bibû, îro bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr ji aliyê gelê Tirbespiyê ve hate veşartin.
Li goristanê ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre yek ji fermandarên YPG’ê Mîtan Qamişlo û Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemd Zekî Îbrahîm axivîn.
Axaftivanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û diyar kirin ku bi saya şehîdan gelê herêmê bi ewle û bi rûmet dijî. Her wiha axaftinvanan soza şopandina rêya cangoriyên azadiya nû kirin.
‘EZ BI ŞEHADETA HER DU LAWÊN XWE SERBILIND IM’
Bavê şehîd Cemîl, Abdurehman Şêx Hindî jî axivî û wiha got: “Îro ez guleke din li vî baxçeyê xweşik û pîroz diçînime. Ev baxçe bi xwîna şehîdên me hatiye avdan û ez bi şehadeta her du kurên xwe Cemîl û Îmad serbilind im. Ez soz didin ku rêya her du lawên xwe û şehîdan bişopînim.”
Birayê şehîd Cemîl Şêx Hindî, Îmad Abdulrehamn Şêx Hindî di 8`ê Tebaxê li Reqayê şehîd bibû.
Piştre cenazeyê şervanê YPG’ê Cemîl Şêx Hindî (Mûstefa Tirbespiyê’ bi dîrûşme û tilîliyan li Goristana Şehîd Dilşêr hate veşartin.